Roja Duşemî 21’ê Banemêra 1405an a Rojî, li ser daxwaza Navenda Olof Palmê li bajarê Sêtokholmê, rêzdar Kak “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hevrêtiya çend kesan ji endamên komîteya giştî ya Hizbê li Swêdê û berpirsê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê – Komîteya Swêdê, serdana wê navendê kir û ji aliyê berpirsên wê navendê ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Ev hevdîtin li avahiya wê navendê ku bi navê mala Sosyal Demokratên Swêdê tê naskirin, pêk hat.
Di wê hevdîtinê de “Oskar Ernêroot” berpirsê wê navendê û xatû “Sana Êilyason” nûnera navneteweyî yê wê navendê û hejmarek ji ciwan û çalakvanên Sosyal Demokrat beşdar bûn.
Oskar Ernêroot digel bi xêrhatina rêzdar Sekreterê Giştî yê Hizbê got: “Em ji nêz ve çavdêriya bûyerên Îranê dikin. Hizba we û Sosyal Demokrat destexweşkên hev in.”
Kak Mistefa digel spas ji bo dana wê derfetê got: “Komara Îslamî di vî şerî de ji her alî ve derb û lêdanek gelek giran lêketiye. Piraniya berpirsên payebilind, ji rêberê bilind ve heta gelek fermandarên din ên leşkerî û îtilaatî yên, xwe ji dest dane.”
Barê giraniya derman û pêdiviyên din ên jiyanê bi sedema şer gelek li ser xelkê giran bûye. qutkirina înternetê bûye sedema qutbûna peywendiya xelkê navxweyî bi civaka navneteweyî re. Tenê wan Kesan înternet heye ku girêdayî rejîmê ne. zilim û zora rejîmê li ser çalakvanên siyasî bi tohmeta hevkarî bi Îsraîlê re û gelek hêcetên bêbingeh ên din, piştî şer zêde bûye.
Kak Mistefa di bersiva pirsiyekê de li ser çawahiya hevkariya wê navendê ji bo doza rewa ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê got: “Di destpêkê de welatên rojavayî bi nermî bi wê rejîmê re reftar kirin, lê dîrokê nîşan dan ku Komara Îslamî nayê guhertin. Ji ber ku rejîmekî îdeolojîk nayê guhertin. Em bawer dikin ku welatên rojavayî pêdivî ye li ser guhertina rejîmê bifikirin.”
Li ser cudahiya di nêrînên welatên Ewropayî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li hember şerê dijî Îranê, rêzdar Sekreterê Giştî got: “Îran ji bo berjewendiya xwe mifah ji natebayetiya di navbera Amerîka û Ewropayê de wergirtiye. Em bawer dikin ku Navenda Olof Palmê dikare li ser siyaseta derve ya hikûmeta Swêdê kar bike. Ew dikarin alîkariya wan jin û zarokan bikin ku bi sedema mûşek û dronbaranan bûne penaber û di rewşeke pir nexweş de dijîn. Alîkariyek din jî ew e ku bikarin beşek ji wan malbatan wek penaber wergirin û ji aliyê siyasî ve jî dikare li hember êrîşên Komara Îslamî helwest hebe.”
Di beşek din a vê hevdîtinê de Kak Mistefa li ser alîgirên rejîmê û wê yekê ku gelo şer bûye sedema dûrketina wan ji rejîmê an na, got: “Rejîmê hemû îmkanatên xwe ji wan re daniye û ji ber vê yekê heta niha negihiştine wê baweriyê ku ji rejîmê dûr bikevin. Ji bo ku rejîmên dîktatorî bikefne qedeman, hewceye ku gel bi awayekî berfireh bên ser şeqaman, lê ji ber tundûtîjiyên rejîmê yên li hember xwenîşanderan, hemû rê li pêşiya xelkê hatine girtin. Ji ber vê yekê êrîşa derve pêdivî ye. Wek çawa ku rejîma Sedam Huseyn hat hilweşandin.”
Kak Mistefa li derheq bûna alternatîfekê ji bo piştî herifîna Komara Îslamî got: “Em di çarçoveya cografiyayek diyarkirî de li Îranê çalak in û sêyem neteweya herî mezin a nav Îranê de ne, û em nikarin bi tenê rejîmê sernixûn bikin.
Kongireya Neteweyên Îrana Fêderal heye û niha jî em bi hêz û kesayetiyên din ên Îranê re mijûlê avakirina alternatîfekê ne.”
Sana Êilyason di dawiyê de got: “Em rêz ji têkoşîna we digirin û baş dizanin ku hûn yek ji hêzên herî çalak û bibandor ên Kurdistan û Îranê ne.”