Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û Libnan li ser dirêjkirina agirbestê li hev kirin

11:14 - 4 Hezîran 2026

Îsraîl û Libnanê di hevdîtinên xwe yên du rojan de li Waşîngtonê, li ser pêkanîna agirbestekê li hev kirin.

Li gorî daxuyaniya hevpar a ku êvara çarşemê 3 ê Hezîranê li Waşîngtonê hate weşandin, biryar e ku hin herêm bi awayekî ceribandinî bikevin bin kontrola taybet a artêşa Libnanê û di nava vê mehê de jî danûstandinên zêdetir di navbera her du aliyan de bên kirin.

Tevî vê yekê, her du aliyan di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku pêkanîna agirbestê bi şerta "rawestandina tam a êrîşên Hizbullahê" yên li dijî Îsraîlê û vekişîna hêzên vê komê ji beşa başûrê çemê Lîtanî ya li nêzîkî sînorê Îsraîlê ye.

Ji 17'ê Nîsana îsal vir ve di navbera Îsraîl û Libnanê de agirbestek heye, lê tevî vê agirbestê jî, Îsraîl û çekdarên Hizbullah a Libnanê ku ji aliyê Tehranê ve tên piştgirîkirin, rojane êrîşan kikin ser hevdu.

Hizbullah ne tenê li dijî agirbestê ye, di heman demê de li dijî danûstandinên navbera Îsraîl û Libnanê yên li Waşîngtonê ye jî, danûstandinên ku bêyî tevlîbûna vê komê tên birêvebirin.