Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp ragîhand: piştî şer, emê madeyên etomî ên Îranê jinav bibin

10:01 - 4 Hezîran 2026

Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka ragehand ku Komara Îslamî razî bûye rê bide ku bi armanca derêxistin û veguhastina wan madeyên etomî yên meyandî ku bi sedema êrîşên berê yên Amerîka li jêr sayteke çiyayî de kefitine bi xwelî û kawlan de û bi temamî hatine wêrankirin, hêzên Amerîka biçne nav xaka wî welatî de.

Ew sayta bin erdî, havîna derbasbûyî li dema operasyonên Çekuşa Nîvêşevê, ji aliyê bombhawêjên cora B2 a erteşa Amerîka ve hatine têkşikandin.

Tiramp îşare bi vê kir ku Komîsyona enerjiya etomî piştre ragehandiye ku madên etomî yên meyandî li jêr wê çiyaya hiloşîdê de mane û asê bûne.

Tiramp tekezî kir ku tenê di demekê de wê piştgîriyê li vê pêngavê bike ku şer û alozî kêm bibin û got, ger em li rewşa şer de bin, naxwazim wî karî bikim û hêzên xwe bixme jêr metirsiyek wiha de, dema ku şer dawî hat, di vê demê ve rêkeftin hatiye kirin ku em digel wan de biçne jor, û wan madeyan derxînin û ji nav bibin.

Navbirî di dawiyê de îşare bi vê kir ku ew pirsa li ewlewiyeta herî sereke de ye.