Mewlana Ebdulhemîd, pêşnimêjê înê yê sunniyên Zahîdanê, di gotarên nimêja îniyê ya 25ê Banemerê da, bi tundî rexne li zêdebûna rêjeya sêdareyan li Îranê girt û tekez kir ku "sêdareyên siyasî" dibe bi lezgînî bên ragirtin.
Ev zanayê navdar ê sunnî ragehand ku sêdareya siyasî di serdemê pêxemberê Îslamê û xelîfeyên Raşidîn de tu caran tune bûye û digel rêbaz, nêrîn û reftara wan yêk nagire.
Mewlana Ebdulhemîd "ev cure îfade wergirtinane" bi berevajiyê şerîyeta Îslamê, bi destûrê xûdiya hikûmetê û qanûnên navdewletî zanî û tekez kir ku ev corê îfadane bi çi curekê nikare bibe bingeha derxistina hukmê dadwerî.
Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka destpêkirna şerê Îsraîl û Amerîkayê ve li 9ê Reşemeya 1404an da ku bûye sedema kuştina Elî Xamineyî û hejmarek ji fermandeyên Spaha Pasdaran, herî kêm 29 kes bi tohmetên cuda cuda ji wan sîxurî û têkdana ewlehiya mîllî, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine darvekirin.