Donald Tiramp, Serokkomarê Amerîka, di daxuyaniyên xwe da derbarê danûstandinên digel Îranê got eger di pêşniyara pêşkêşkirî ji aliyê rêjîma Îranê ve tenê peyvekî nepejiranî û ku bi dilê min nebe, «nepejirandî» bîne, ew ê tevahiya pêşniyarê red bike.
Tiramp got Îranê berê «bi temamî li hev kirbû» ku çi çekên navokî çinebe, lê niha asta şert û mercên ku pêşkêş diket ne bes e. Tiramp tekez kir ku eger rêkeftina rawestandina çalakiyên navokî bo dema 20 salan di rojevê da be, ew amade ye li hev biket.
Tiramp herwisa got ku berpirsên Îranî ji wî re gotine ku şiyana wan ya teknîkî bo ji nav birna temamî ya oranyoma dewlemendkirî nîne û tenê Çîn yan Dewletên Yekbûyî alavên wiha di destên wan da hene. Herwisa navbirî zêde kir ku Tehranê di destpêkê da digel hinek mercên teslîmkirina van maddeyan razî bibû, lê piştre pêşniyara xwe paşve kişand. Tiramp di berdewamiyê da got ku di encamê da dê her bigihin rêkeftinê.