Rojnameya ''New York Times'' ji zimandê du berpirsên Rojhilata Navîn ve belav kir ku Amerîka û Îsraîl bo egera destpêkirna ji nû ve ya êrîşan bo ser Îranê amadekariyên dijwar dikin ku dibe destpêka heftiya bê de be.
Donald Tiramp berî serdana xwe ya bo Çînê ragehand: ''Îranî Yan dê rêk bikevin, yan jî dê bi temamî ji nav biçin".
Li gorî axiftina berpirsên Amerîka, eger Tiramp biryara êrîşê bide, bijarde pêkhatine ji lêdana bingehên serbazî û jêrxanan, digel hinartina hêzên taybet bo navxoya Îranê bi armanca geheştina bi maddeyên etomî di kûratiya erdê da; bo vê çendê jî çend sed serbazên taybet ji heyva Adarê ve bo deverê hatine hinartin.
Ji aliyekî din ve, hindek welat cehda navbeynkariyê dikin bo vekirna Tengava Hormozê dako Tiramp serkeftinê ragehîne.
Di beramber de, Îranê amadeyiya xwe diyar kiriye û Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê meclîsa rêjîma Îranê, ragehandiye ku hêzên wan yên çekdar amade ne bersiveke tund û dîrokî bidne hêzên Amerîka û Îsraîl.