Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêkarî û Hejarî; Rewşa xarab a Jinên Karker di bin Sîbera kirîzan de

13:56 - 15 Gulan 2026

"Fatime Wehdet", cîgira seroka Yekîtiya Jinên Karker a seranserê Îranê, derbarê encamên şer û kirîza aborî li ser rewşa karkirina jinan hişyarî da.

Navborî ragihand ku di şert û mercên qeyranî de jinên karker zêdetir di bin gefa derxistina ji kar de ne, û ew jinên ku sergêriya malbatê dikin, zêdetirîn ziyanê dibînin.

Fatime Wehdet tevî rexne li nebûna piştgiriya hewce ji bo vê qatê, tekez kir ku piraniya berpirsan ji vê rewşê agahdar in, lê tu çavdêriyeke micid ji bo rêgirtin ji van binpêkirinan nîn e.

Li gorî amarên fermî, nêzîkî %22.5ê malbatên ji aliyê jinan ve têne sergêrîkirin û bi şêweyekî sereke di rêza hestiyartirîn û ziyanpêketîtirîn qatên civakê de tên hesibandin.

Gelek ji van jinan di karên nefermî an jî di astên nizm ên bazara kar de çalakiyê dikin û di dema pirskirêkan de, zêdetir ji kesên din di ber gefa derxistin û dûrxistina ji kar û saziyan de ne.

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku nîşanên hejariyê bi temamî di civakê de diyar in û rewş gihîştiye astekê ku hinek ji xelkê hetta ji bo kirîna nan jî tûşî arîşeya