N. Serbest Urmiye
Di ramana kilasîk a siyasetê de, dadgeh wekî perjîna hejaran û pêwerê meşrûîyeta desthilatê tê nirxandin. Lê dema ku sîstemên siyasî man û nemana xwe di afirandina tirs û sahmê de şirove dikin, têgehên weke dadperwerî û mafên hemwelatîbûnê, tûşî çarenivîseke hovane dibin. Dosyayên kesên weke Mêhrab Ebdulahzade, Nasir Bekirzade û Yeqûb Kerîmpûr, sembola ji nû vegeriyana karesatê ne di sîstemên ku tê de çarsitûnên dadperwerî û dozgeriyê amûrên serkut û trîbûnên mirinê ne. Ew gorîyên sîstemekê ne ku tê de deq û madeyên yasayê, qamçiyên şikandina pişt û darê kêşana riha civak û yasayê ne.
Ji serweriya yasayê ve ber bi serweriyê bi ser yasayê de
Hêleke zirav di navbera van her du têgehan de heye ku sînorê navbera demokrasî û sîstema zordest dide xuyakirin. Di sîstemeke mirovhez de, yasa bi ser her kesî îca (ji mîran bigire hera feqîran) ve serwer e; lê di pêkhateyên totalîter û zordest de, desthilat ji yasayê weke amûrekê ji bo jinavbirina dijberan mifahê werdigire. Di vê pêvajoyê de, desthilata dadwerî ji pêgeha dadwerê bêalî derdikeve û dibe milê bihêz yê saziyên ewlehiyê. Gava serxwebûn ji dadweriyê were zevtkirin, dadgeh êdî ne cihê selimandina rastiyê ye, belkû dibe tayek ji dezgehên ewlekariyê ji bo çespandina desthilatdariyê.
şiroveya şanoyeke mafperweriyê
Di pêvajoya guherîna dadgehê de bo amûra fetisandine, hin pirensîbên bingehîn ên mafxwaziyê tên binpêkirin:
Bêparkirin ji mafê dozgeriya dadperwer: Li gorî madeya 14’an a Carnameya Cîhanî ya Mafên Sivîl û Siyasî, dadgehîkirin divê bi eşkere û serbixwe be. Lê di dosyayên çalakvanên siyasî di şanoya mafperweriya sîstema zordest de, bêparkirin ji hilbijartina parêzer û piştras bûn bi îfadeyên bi zorî û di bin îşkencê de, pêvajoya han ji dadwerî û wateya mafxwaziyê vala dike.
Guherîna naveroka sûc: Bi pênaseyên sist û şêlû, her cure rexneyek ji sîstema zordest û her bizaveke mafxwaziyê dikeve rêza “Efsad fîl-Eriz” yan jî hewildan li dijî ewlehiya neteweyî de, da ku rê ji bo biryarên darvekirinê xweş bibe.
Hikmên pêşwext: Di vê sîstemê de, civînên dadgehê tenê şanoyeke fermi ne, ji ber ku hikmê desthilatê berê di odeyên tarî yên îfade wergirtinê de ji aliyê berpirs û lêkolînvanên dezgehên ewlehiyê ve hatine dayîn.
Dozgiriya ku emrazê kerbê û dijmindariyê be, her bi xwe sûça herî mezin a li dijî mirovahiyê ye; ji ber ku tê de dozger ne cîbicîkarê yasayê ye, belkî kirêgirtî ye bo cîbicîkirina hukmekî ku li dijî têgeha azadiyê derketiye.
Sitratejiya nivîşkankirina civakê
Siyaseta tepeserî û fetisandinê di rêya dezgehe dadweriyê de, ne ji bo rêkxistina cikaka yasa parêz, belkû bi armanca tirsandinê hatiye darêtin. Peyama vê sîstemê ji bo civakê eşkere ye: “Bihayê mafxwziyê, derbasbûn e ji sêpêka daliqandinê”. Lê dîroka mafxwazî û yasa parêziyê ev yek selimandiye ku çi dema dadgeh bûne cibexaneya hikûmetekê, wê hikûmetê bi dawiya hebûna xwe ya hiqûqî û exlaqî ragihandiye.
Gotina Dawiyê
Renge bikaranîna dadgehê weke çeka desthilatê bikare bo demeke kurt dengê neraziyan bifetisîne, lê sitûnên sîstemê dihejîne û hildiweşîne. Ew xwînên ku di van tribûnên nedadperwerane de tên rijandin, tovê berxwedanê di dilên civakê de diçînin.
Mêhrab, Nasir û Yeqûb, ew nav in ku di hizra giştî ya neteweyekê de dê weke qurbaniyên hikmê sîstema dadperweriya serûbin bûyî de, bimînin. Ew tribûnên ku îro biryara jinavbirina cesteyî ya mirovan didin, bi xwe di pêşberî dîrok û wijdana mirovahiyê de, sûcdarên sereke yên dosiyeyekê ne ku tu rêya revê ji darizandina ji wan re nabe. Dibe ku dadwerî îro di korîdorên dadgehên wan de hatibe hepis kirin, lê rastî hertim pişt deriyên girtî de nahê ragirtin.