Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmaratê ragîhand ku hemî pêngavên me di çarçêva berevaniyê da bûne

10:52 - 16 Gulan 2026

Dewleta Îmaratê roja şembiyê ragehand ku tev ew pêngavên havêtine, di çarçêveya rêkarên berevaniyê da bûne bi armanca parastina serweriya welatê xwe, welatiyên medenî û jêrxanên xwe yên hestiyar.

Li gorî raporta ajansa dengubasan "Reuters", ev daxuyaniya Îmaratê piştî wê çendê hate belavkirin ku rojnameya "Wall Street Journal" aşkera kirbû ku Îmaratê operasyoneke serbazî dijî Îranê encam daye.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Îmaratê bi şêweyekê rastewxwe û zelal amaje bi êrîşa bo ser Îranê nekiriye, lê belê di heman dem de êrîşên bê eger (bê pasaw) yên Îranê şermzar kirine û ragehandiye ku Îmaratê mafê wê hindê hey bersiva êrîşan bide.

Berî niha Xelîfe bin Şahîn El-Merar, ji berpirsên Wezareta Derve ya Îmaratê di civîna wezîrên derve yên Birîkês “BRICS” ê li Dêhliya Nû ragîhandbû ku welatê wî daxwaziya harikariyê ji çi welatekê dî nake û ew bi xwe bi temamî şiyana bersivdan û ragirtina van destdirêjiyên bê eger yên rêjîma Îranê heye.