Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd di navbera bêdengiya civaka navnetewey û hirsa rejîma dagîrker de

15:58 - 12 Hezîran 2026

N. Nasike Nesîrî

W. Hesen Mukerem

 

Girtiyê siyasî kesek an kom kesên ku ji ber nelihevhatina bi sîstema hikûmetê re têne girtin û ragirtin. Her çend ev xwedî dîrokeke dirêj be û meriv dikare bêje ku li seranserê cîhanê jî heye, lê li welatên dîktatorî, otorîter û sitemkar de, ev diyardeyek pir belav û rojane ye.

Ji ber ku Kurdistan di bin desthilatdariya 4 welatên din de ye, ku her yek ji wan beşek ji Kurdistanê dagir girine, Kurdên ku li dijî hikûmetên berê û yên niha yên van welatên dagirker bi cudakariya sîstematîk a siyasî, aborî û çandî re rû bi rû mane, ew rewşa han qebûl nekirine. Desthilatdar, rejîm û avakirina hikûmeta Kurdistanê ne tenê ji hêla van dagirkeran ve nehatiye qebûlkirin, belku di heman demê de bi awayên herî dijwar jî cehda jinavbirina wan hatiye dan, yek ji wan jî girtina siyasî ye.

Carna, kesên Kurd ji ber sedemên siyasî tenê girtin û di rastiyê de kiryarên wî kesî qet siyasî nebûne, lê belê ew tiştê ku ji aliyê rejîma dagirker ve weke hêceta siyasî tê binavkirin, rêyek bûye ji bo tunekirin û betalkirina her daxwazek mafên Kurdan. Ev diyarde li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê xwedî dîrokek dirêj e û bi sedan û heta bi hezaran mînak hene.

Bo mînak, mirov ji ber hebûna çekan di malên xwe de hatine girtin û hepskirin, lê sedema sereke tenê ew bûye ku ew ji çanda Kurdî re eleqedar bûne û xwastine nasnameya xwe ya neteweyî di nav malbatên xwe de biparêzin.

Ev yek ji me re dibêje ku li welatên dagirker ên Kurdistanê û di rûbirûbûna wan a bi Kurdbûnê re, heta dabeşkirin û pênaseyeke zelal a siyasetê jî tune ye û kesên Kurd dikarin bêyî sûc û tenê bi tohmeta siyasîbûnê werin girtin û heta werin bidarvekirin. mînakek ji vê yekê 49 ciwanên xelkê bajarê Mehabadê ne, ku parek ji wan zarok bûn û ti çalakiyên siyasî encam nedabûn.

Xalek din a derbarê girtiyên siyasî de, hejmara zêde ya girtiyên siyasî di nav Kurdan de ye li gorî neteweyên din, nemaze neteweya serdest. Rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya 2025an bi zelalî îşarê bi vê yêkê dike ku ji sedî pêncî zêdetir ji girtiyên wê yên bi sûçê siyasî û ewlehî li Îranê Kurd in.

Li Îranê, tenê piştî serhildana Jînayê û şerê di navbera Îranê û Amerîka û Îsraîlê de, hejmara girtiyên siyasî yên Faris û Tirk bi taybetî zêde bûye, lê berê ew pir kêm bûn. Lêbelê, muameleya bi wan re ji ya girtiyên siyasî yên Kurd cuda ye.

Bo mînak, gelek girtiyên siyasî yên Faris hene ku mîna Nergês Mihemedî nivîsandine û xelatên navneteweyî wergirtine. Lêbelê, girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ev nêzîkî 20 salan e ku di girtîgehê de ye û asta ronahiya çavên wê pir kêm bûye.

Mixabin, nebûna medyaya Kurdî, tevliheviya pirsgirêkên mafên mirovan ên Kurd û Îranî, û kontrola Îraniyan li ser rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan li derveyî welat jî sedem in ku çima li wir kêmtir behsa girtiyên siyasî yên Kurd tê kirin û ew rastî cudakariya sîstematîk tên.

Piştî Serhildana Jînayê û êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê, rejîmê dîsa bi dehan ciwanên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi tohmetên çewt yên wek hevkariya bi Îsraîlê re û sîxuriyê girtine û darve kirin e. Gelek sebeb hene ku bêgunehiya wan û sextebûna sûcê wan îspat dikin.

Di dawiyê de, sûcê siyasî û girtina ji ber sedemên siyasî rêbazek siyasî û naskirî ye ku dewletên dagirker dixwazin Kurdistanê her û her li tevger û coşê bixin û lêçûna têkoşîn û mafên xwe zêde bikin, ew wan pêk tînin. Wan sûcên xwe bi terazûya xwe pîvandine û dadgehên xwe li gorî daxwazên xwe birêve dibin û her cezayê ku dixwazin disepînin.

Ji aliyeke din ve,rêkxistin û saziyên çalak ên Kurdî jî gelek xema vê pirsê naxon û mixabin heya niha nekarîne dengê rastîn ê girtiyên siyasiye Kurd bigehînin nava qada rêkxistinên navnetewî û piştgîriyekê çêkin ku ev piştgîrî û lobî bikare givaşê bixe ser rêjîma dagîrker û cane girtiyan ji egera bidarvekirinê biparêze. Ev yek bûye sedem ku destên dagirkeran bêtir û bêtir vekirî bin û bêyî tirsa bedelê, bi berdewamî û bi awayeke sîstematîk, ciwanên Kurdistanê tune bikin. Heta ku ev pêvajo neguhere, Kurdistan û dayîk û bavên wê dê dilşikestî bimînin.

Civaka navneteweyî vê yekê weke pirsgirêkek navxweyî dibîne û me nekariye wê weke cudakariya sîstematîk an jî jenosayîda sîstematîk pênase bikin û ji cîhanê re bidin nasîn. Ev pêvajo dikare were guhertin.