Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ragîhand ku du dironên Îranê li kendê de xistine xwarê

12:00 - 12 Hezîran 2026

Berpirsê Amerîkî dibêjin Îranê bi dronan êrîşî keştiyên bazirganî yên li Tengava Hormozê kir.

Li gorî gotina berpirseke payebend ê berevaniyê yê Amerîka, şeva pêncşemê hatûçûna keştiyên bazirganî di Tengava Hormozê de bi eşkereyî ket bin gefê, piştî ku rêjîma Îranê diron avêtine keştiyên ku di hormozê re derbas dibûn.

Li gorî raporta Fox Newsê, Wisa xuya dike ku rêjîma Îranê şeva borî hewl daye êrîşî keştiyên bazirganî bike yên ku di Hormozê re derbas dibûn. Hêzên Amerîkî du dronên êrîşkar yên Îranî xistin.

Wî berpirsî da zanîn ku tevî van êrîşan jî, hatûçûna deryayî di tengavê re berdewam e.

Ev alozî piştî wê yekê qewimî ku Donald Tiramp gotibû dibe ku di nava çend rojan de peymanek ligel Komara Îslamî were îmzekirin û Tengava Hormozê wekî beşek ji vê peymanê dê ji nû ve were vekirin.

Piştî bihîstina dengê çendîn teqînan li kendawê, ajansa nûçeyan a Farsê, ji zarê çavkaniyên herêmî yên li Bender Ebasê ragihand ku hêzên Komara Îslamî îzin nedane derbasbûna neftkêşekê ku bêyî hevahengî ketibû nav sînorê Tengava Hormozê.