Li dirêjeya bi amancgirtina sîstematîk a Kolberên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îslamiya Îranê ve, kolberek bi nave Nasêh Xûdayî, xelkê bajarê Bane bi teqeya rastewxwe a hêzan mirokuje rêjîmê ve bi dijwarî birîndar bûye.
Li gorî raporta Hengawê, sipêdeha roja Pêncşemî 21ê Cozerdanê, hêzên henga sînorî a Bane, li çiya yê Sûrkêw, bi bê dana haydariyê, li mewdayek nêzîk ve teqe li komek ji kolberan kirine.
Nasêh Xûdayî temen 29 salî, ku bavê zarokekê ye, li encama vê teqekirna hêzên çekdare rêjîmê de, lingê wî bi dijwarî birîndar bûye.
Navbirî destbicî ji aliyê xelkê deverê û kolberên din ve bi mebesta çareseriya bilez a pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a Bane hatiye veguhastin û niha li jêr çavedêriya pizîşkî de ye.