N. Hesen Mukerem
Kurdistan axek û erdnîgariyek e ku rêjîmên Paşayetî û Komara Îslamî nekarîn ji nav bibin,
Îro Kurdistan ne tenê naveke cografî ye, ew bîranînek zindî, wêneyekî dîrokî û rastiyek siyasî ye ku bi dehan salan bi tepeserkirin, darvekirin, dûrxistin û girtin û şer nekarîne jinav bibin. Ji rejîma Pehlewî ve bigire heya rejîma Îslamiya Îranê, hemûyan hewl dane ku vê axê di bin givaşên ewlehiyê, siyasetên navendgerayî, înkara nasnameyê û tundûtûjiya dewletê de û milîtarîzîkirinê bêdeng bikin, lê Kurdistan ne bêdeng bû, û ne jî xebat û berxwe dana vê sekinî ye. Ev rastî heman kabûs e ku xew ji çavên rêber û fermandarên terorîstperwer yên Spaha Pasdaran a Îranê herimandiye.
Rejîma Pehlewî, bi hemû hêz û qaweta xwe ya tepeserkirinê û artêşa navendî, nekarî mijara Kurdan çareser bike yanî nexwest çareser bike, ji ber ku mijara kurdistanê di bingeh de ne mijarek "ewlehiyê" bû, belku ew mijara maf, nasname, ziman û xwerêveberiyê ye.
Darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed, yekem serkomarê Komara Kurdistanê, di sala 1947an a Zayînî de, ne dawiya tevgerekê bû,belku destpêka bîranînek mayînde bû. Ew darvekirin bo gelê Kurd û emegdarî bi rêbaza Kurdperweriya Pêşewa re, peyamek bû, Yanî ger ev buyer wate bidarvekirina serkomar li Kurdistanê û û ji gelê Kurd nebaya û her kîderê û di nava heçî neteweyekî din de baya, dikarî şikest û jinavçonê li pey xwe bîne, dijmin jî rast bi wê armancê serkomarê Kurdistanê êidam kir, lê gelê Kurd û dîrokê bersivek cûda da, nîşan da ku darvekirina rêberekê, neteweyekê ji holê ranake.
Rejîma Îslamiya Îranê bi rê û rêbazên hîn tundtir û hovanetir li ser heman rêyê dewam kir, lê di dawiyê de tenê hêrs, bêbaweriya bi rejîmê re û berxwedana gel zêde kiriye. Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo sekreterê Giştî ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Viyanê di sala 1989an de, dema ku şandeya Kurd ji bo danûstandinan li wir bû, nîşan da ku rejîm ne tenê ne amade ye ku danûstandinan bike, belku di heman demê de danûstandin bi xwe jî weke dafikek bi kar tîne. Ji dîtingeha piraniya Kurdan ve, vê kiryara terorîstî a rêjîma Îranê, peyamek zelal hebû, bo rejîma Îranê ne mafên Kurdan û ne jî jiyana nûnerên Kurdan girîng nîne.
Lê tişta ku desthilatdarên navendî her carê paşguh xistin e, şiyan û hêza dîrokî ya Kurdan e ku xwe birêxistin bikin, ji nû ve ava bikin û li ber xwe bidin. Kurdistan pir caran rastî derbên giran yên dagîrkeran hatiye, lê her carê bi bîranînek tezetir û îradeyek xurttir dîsa rabûye ser xwe. Ev hêz û şiyane ye ku îro ji bo Tehranê bûye gefek hertimî, gefek ne ji propagandayê, belku ji rastiya civakî û siyasî. Her cara ku Îran dikeve nav krîzê, her cara ku pevçûnek herêmî dijwartir çê dibe, navê Kurdistanê dîsa di navendên analîzê de ye, ji ber ku ev ax ne tenê sînorek e, ew girêyeke ser dilê dijmin û çeper û kozikeke ku bi çi hêz û diminekê nayê girtin û herifandin. Girêyek ku dikare gelek hevkêşeyan veke an jî bişkîne.
Başûrê Kurdistanê û hebûna baregehên Amerîkî jî ev hesasiyeta han çend qat zêde kiriye. Ezmûna hilweşîna hikûmeta Sedam hîn jî di bîra herêmê de nû dibe, dema ku hêzên Amerîkî û hevalbendên wan axa Bşûrê Kurdistanê bikar anîn da ku ber bi Bexdayê ve pêşve biçin, Ev ezmûn ji Tehranê re nû ye ezmûn û kabos ku Kurdistan, di dema krîzê de, dikare bibe xala destpêkê ya guherînkariyên mezin. Ji ber vê sedemê, rejîma Îranê li hember her tevger, her xwepêşandan û her nîşanek rêxistinbûnê li bajarên Kurdistanê tevgerek zêde ewle û bi fikar nîşan dide.
Tişta ku Kurdistanê ji gelek herêmên din cuda dike ne tenê çek an sînor in, belku ev îrade û hişmendî û berdewamiya li ser rêbaza rizgarîxwaziya neteweyî a gelê Kurd e. Bîranîna dîrokekî dûr û dirêje ji xebat û berxwedanê, bîranînek ku darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed, terora Dr. Qasimlo û dehsalên cudakarî, dûrxistin û zordariyê ji bîr nekiriye. Rejîma Pehlewî nekarî Kurdistanê ji bawer û hişê gel de bide jibir kirin, û rejîma Îslamî jî wê yekê nikare bike. Her du rejîm, tevî hemî cûdahiyên xwe yên aşkera, tiştek hevpar hene, ku ev jî tirsa ji Kurdistanê ye. Tirsa ji neteweyekê ku wan gelek caran hewl daye bêdeng bikin, lê dengê wî gelî her carê bilindtir û xortir ji berê bûye.
Îro, Kurdistan ne tenê mijareke etnîkî an sînorê destkird e; ew mijareke dîrokî, jeopolîtîk û netewî û exlaqî ye. Ew cihek e ku çarenivîsa herêmê, tepeserkirina dewletê û mafê hebûna neteweyan tê de bi hev ve girêdayî ne, û ev girêya ku ji duh heta îro ji bo desthilatdarên Îranê bûye kabûsek bêdawî.