Esmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Derve ya rêjîma Îranê ragihand ku, Îran heta niha negihîştiye encama dawî derbarê lihevkirina ligel Amerîkayê.
Wî bi redkirina hinek guman û texmînan derbarê pêvajoya danûstandinan de got ku Amerîka hewl dide vê têgihîştinê bide xuyakirin ku Komara Îslamî di bin zext û gefan de ev peyman qebûl kiriye, lê belê Îran bi ti awayî ji xetên xwe yên sor paşve navekişe.
Berdevkê Wezareta Derve zêde kir, heger biryar bûya ku Îran di bin zextên siyasî, aborî û leşkerî de ji helwestên xwe yên bingehîn vekişiyaya, ev gav dê salek berê bihata avêtin û hewceyî bi danûstandinan nedikir.
Wî herwisa derbarê rewşa Tengava Hormozê de got ku ev rêreva stratejîk, di encama tişta ku jê re got pêngavên neyasayî yên Amerîkayê, hîn jî girtî maye.
Ev daxuyanî di demekê de tên ziman ku berê Donald Tiramp, nûçeya gihîştina bi tişta ku wekî peymaneke mezin derbarê Îranê de bi nav kiribû ragihandibû û gotibû ku hûrgiliyên peymanê dê di rojên pêş de bên aşkerakirin.