Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameke hizba Demokrat pileya zanista pirofisyoriyê bi dest xist

12:08 - 12 Hezîran 2026

Dr. Hejar Rehîmî kure pêşmergê tekoşer û endameke dilsoz ê Hizba Demokrat, piştî qedandina tev qonaxên Zanistî, bilindtirîn pileya akadimiya anku Pirofîsyor, li warê edeba Kurdî li zanîngeha Soranê de bidest xist.

Li gorî Fermana Fermî a Serokatiya Zanîngeha Soranê, Dr. Hejar Rehîmî, pileya Zanistî li Pirofîsyoroa Yarîdeder, ve bo pileya bilind a Pirofîsyor li warê Edeba Kurdî de bilind kir.

Dr. Hejar bi boneya wergirtina wê pileya bilind a xwendinê, ragehand, eva dawîn pila zanistiye li dunyaya akadimî de, lê bo min destpêka karê micid e û berpirsayetiya mezintir li hember xizmetkirina zanist û heqîqetê de ye.

Navbirî ku li malbatek nîştimanperwer de pêgeheştiye û perwerde bûye, tevî dilsoziya xwe bo doza rewa a gelê Kurd, wek sîmayek xûya a akadimî li navendên zanistî ên Kurdistanê de xizmetê dike.