Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desthilata Melleyan di navbera sebra împaratoriyan û dema rakirina bingehîn de

16:09 - 12 Hezîran 2026

N. Dr. Mehmûd Ebas

 

Desthilata melleyan li Îranê ber bi dawiyê ve diçe, lê dema wê dawiyê ne tenê bi daxwaza gelan tê pîvandin, ne bi hestên dijberan, ne jî bi dengê dirûşmeyan. Desthilatên tevgergir û tengavker her dem hingê na hilweşin ku tundiya wan digihêje asta herî bilind, ew hingê dişewitin û dişikên ku buhayê wan li hundir û derveyî welatê wan ji sûda mayîna wan girantir dibe. Împaratorî, û li serê wan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi gelemperî bi hizra tola lezgîn na tevgerin, lê bi sebra dirêj, westandin, û amadekirina kêliya guncan dimeşin.

Desthilata Îranê, her çiqas bi hêza Pasdaran, milîsên girêdayî xwe, û amûrên bawerîparêz xuya bike ku xurt e, ne hêzeke serbixwe ye ku li derveyî nexşeyên cîhanê be. Ew parçeyek ji hevgirtineke cîhanî ya firehtir e.

Me di salên dawî de nîşanên vê rêbazê dîtin. Piştî ku Waşîngtonê di sala 2018an de ji peymana etomî derket, aboriya Îranê ket nav westandineke dijwar. Rîyal ji sala 2018an ve, piştî vegerandina cezayên aborî, zêdetir ji nod ji sedî nirxê xwe li hember dolarê winda kir. Beşên enerjî û avê jî ji kêmbûna veberhênanê û lawazbûna avahiyên bingehîn êş kişandin, wekî ku raporên Reutersê diyar kirin. Paşê serhildana Jîna Amînî, hat û eşkere kir ku qeyrana vê desthilatê ne tenê derveyî ye, lê di hundirê welat de jî kûr e. Li gor rêxistinên mafparêz, zêdetir ji pêncsed kes hatin kuştin, di nav wan de heftê û yek zarokên temenbiçûk hebûn, û hezaran kes hatin girtin.

Di Îlona 2025an de cezayên Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê bi rêya makîneya “snapback” a girêdayî peymana atomî hatin vegerandin. Vê yekê Rojavayî careke din vegerand ser lêgerîna amûrên nû ji bo dorpêçkirin û çavdêriya bernameya etomî ya Îranê.

Paşê lêdanên Amerîkayê li ser cihên etomî yên Îranê di Hezîrana 2025an de hatin, û diyar kirin ku sebra împaratorî ne tê wateya lihevhatina bêdawî. Tiramp Tehran hişyar kir ku heger li ser rêkeftinekê razî nebe, êrîşên girantir dikarin bên. Her çiqas nirxandin li ser asta zirarê ji hev cuda bûn, peyama hêzê eşkere bû: desthilata Îranê êdî ne tenê bi cezayên aborî û danûstandinan tê rêvebirin, lê dema ku hesabên hêzê bixwazin, di bin sîwana hêza rasterast de ye.

Ji vir ve, dibe ku rakirina vê desthilatê encama lêdana yekem an duyem nebe, lê ji bo qonaxa sêyem a şerê were hiştin. Wê demê şer ne tenê avahiyên leşkerî wêran kiriye, lê rê ji bo dema rakirina bingehîn a rêveberiyê vekiriye, dema ku mayîna desthilatê di heman demê de bibe barek li ser hundir û derve.

Lê pirsgirêka herî mezin ne tenê di çûna desthilatê de ye, belku di pirsa cihgirtinê de ye. Împaratorî desthilatan na hilweşînin ji ber ku ji gelan hez dikin, û nexşeyan naguherînin ji ber hezkirina dadê. Ew wisa dikin dema ku berjewendiyên wan digihêjin asteke amadeyî, û buhayê desthilatê ji sûda wê mezintir dibe. Ji ber vê yekê, hilweşandina desthilata melleyan ne hewce ye ku bi xwezayî bibe destpêka Îraneke azad û gelparêz. Dibe ku Waşîngton, wekî ku piştî Seddam Husên li Iraqê kir, altirnatîvekê bîne; an wekî ku li Sûriyê qewimî, cihgireke tundrêw bîne ku yên mayî ji civak, çand û şaristaniyê bixwe, piştî ku desthilata berê piraniya wan wêran kiribe. Metirsî ne tenê di desthilata ku diçe de ye, lê di valaahiya ku piştî wê tê de ye; di hêzên ku ji bo mîratgirtina wê tên amadekirin de ye; û di rengê wê welatê nû de ye ku li ser xakên welatê kevn wê were çêkirin.

Ji ber vê yekê, qonaxa pêşiya Îranê dikare ji qonaxa pevçûna niha jî metirsîdarter be. Heger desthilata Îranê bikeve qonaxa dawîn a hilweşînê, ew wek dîwarek tenê na rûxe; dibe ku saziyên welatê, torên aborî, navendên bajaran, û rehên civakê bi xwe re bikişîne, tam wekî desthilatên din ên serxwebir ku dema xwestin biçin, hilbijartin ku wêranî li pey xwe bihêlin, ne welatek ku dikare bijî. Ji ber vê yekê, çûna desthilata melleyan, ji aliyê bingehîn ve, wê dawî bîne ji bo yek ji herî tarî û sûcdar desthilatên herêmê; lê ew ne hewce ye ku bibe destpêka rizgariyê, heger nehêle Îran bibe Iraqeke din an Sûriyeke din, ango qadeke vekirî ji bo şerên cihgirên gemar, tundrêw û anînî ji odeyên biryara împaratorî.

Bi vê wateyê, şerê li ser Îranê divê ne tenê wek rûbirûbûneke leşkerî bê xwendin, lê wek kareke dirêj ji bo ji nû ve çêkirina welat, civak û desthilatê. Qonaxa yekem westandin bû bi cezayên aborî û tengavkirina jiyanê. Qonaxa duyem şikandina heybet û tirsanê bû bi lêdanên leşkerî yên rasterast. Qonaxa sêyem, heger were, dikare bibe qonaxa perçiqandina hêza hundirîn a desthilatê, û veguherandina wê ji desthilateke tepisîner û yekgirtî bo bedeneke rêveberî ya qels ku li bendê dimîne ji bo kêliya guhertinê. Wê demê, plana rakirina desthilatê gihiştiye amadeyî, ne ji ber ku xelkê Îranê tenê wisa xwestiye, lê ji ber ku hêzên mezin biryar dane ku dema bikaranîna vê desthilatê qediya ye, û cihgir, her çiqas kêm, gemar an tirsnak be, ji desthilata heyî bêtir dikare were bikaranîn.

Ji ber vê yekê, tiştên ku desthilata Îranê îro dike, divê ne wek nîşana hêzê bê xwendin, lê wek tevgerên desthilateke ku dizane qefes li dora wê teng dibe. Roket, milîs, dirûşme, gef, û lîstikên atomî, hemû amûrên dirêjkirina temenê wê ne, ne amûrên afirandina paşerojê. Desthilatên ku dikevin qonaxa westandina dîrokî, bi gelemperî hêza xwe ya acizkirinê bi hêza manê şaş dibînin. Ew dibêjin ger buhayê li ser yên din zêde bikin, wê yên din wan heta hetayê qebûl bikin; lê dibe ku ev yek bi xwe ew tişt be ku hêzên mezin ber bi biryara paqijkirina wan ve dibe.

Azmûnên Rojhilata Navîn eşkere ne. Saddam Husên bawer dikir ku destê ewlehiyê, şer, dirûşmeyên netewperestî, û lîstina li ser nakokiyên hêzên mezin ji bo manê desthilata wî bes in. Lê kêliya hesaban hat dema ku buhayê manê wî ji karê ku ji bo wî dihat kirin girantir bû. Beşar Esed jî bawer dikir ku xwîn, Rûsya, Îran, milîs, û veguherandina Sûriyê bo bazara şer, wê jê re bêdawîtiya rêveberî bide.

Desthilata melleyan di naveroka xwe de dişibe van desthilatan: desthilateke bawerîparêz û ewlehîgir e, ol û welat, şoreş û berjewendî, berxwedan û serdestî tev li hev dike, û bawer dike ku xwedîbûna milan li Iraqê, Sûriyê, Lubnanê û Yemenê jê re parastineke dîrokî dide. Lê ew tê nagihîje ku ew mil bi xwe dest pê kirine ku bibin bar; û împaratorî ji amûran ne nefret dikin heta ku ew bikêr bin, lê dema ku ew dibin tirs li ser avakirina hêza wan, wan ji holê radikin.

Amerîka wek împaratoriyekê sebr dike, lê heta dawiyê li hev na tê. Dibe ku danûstandin bike, paşde bixe, cezayên aborî bikar bîne, deriyan veke û deriyên din bigire, bihêle desthilat ji hundir ve lawaz bibe, û qasê wê ya paşvekişandinê biceribîne. Lê dema ku dibîne buhayê manê desthilatê ji buhayê guhertina wê mezintir bûye, qonaxeke din dest pê dike. Ji ber vê yekê, encama desthilata Îranê ne bi qîrînên wê tê diyarkirin, ne bi dirûşmeyên wê, ne jî bi xeyala wê ya bawerîparêz; lê bi wê kêliyê tê diyarkirin ku sê hêman li hev dicivin: hilweşîneke hundirîn ku fireh dibe, tengasiyeke aborî ya xeniqîner, û biryareke cîhanî ku dibîne dema bikaranîna wê qediya ye.

Desthilata Îranê hêj nerûxiyaye, ji ber ku kêliya dawîn hêj bi tevahî ne amadeye. Lê ew ketiye dema berî rûxînê:

Ji ber vê yekê, çûna desthilata melleyan ne pêxembertiyeke hestyarî ye, lê xwendineke li gor rêça dîroka nû ya rêveberiyê ye. Her desthilatek ku welat dike bawerî, civakê dike dîl, aboriyê dike amûra şer, û derve dike qada hêza xwe, di dawiyê de digihêje kêliyeke ku êdî ne dikare were çaksazkirin û ne jî dorpêçkirin. Wê demê desthilat na rûxin ji ber ku tenê lawaz bûne, lê ji ber ku di çavên wan hêzên ku demeke dirêj li ser wan sebr kirine de, karê xwe winda kirine.