Hêzên rejîma Îslamiya Îranê ku li rex çemê Devera Alane a Serdeştê cihgîr in, agir berdane pûş û pelaşê deverê
Roja Pêncşemî 21ê Cozerdanê ew agirkeftin qewimiye ku bi lezgînî belav bûye û sînorê gundê, Gakî heya gundên Tiyet û Berdanê jî hemî girtiye.
Bi sedema wî karê cinayetkarane a hêzên dije Kurdistan û jîngehê, beşeke zêde li çîrîngehên sirûştî û rez û bax û darên xelkê deverê şewitîne û zirarek zêde geheştiye gundnîşînan û werzîgaran.
Piştî vê bûyerê û bi sedema nebûna çavedêrî û alavên agirtemirandin ya hikumetê, xelkê gundên derdor bi jin û mêran ve bi awayekî baş û bi armanca rêgirîkirin li karesatên mezintir, bi kom bi hevara xelkê deverê û temirandina agir ve çûne.