Roja 13ê Hezîranê konfiransek li jêr navê “Avakirina Îraneke Demokratîk” li Biroksêlê û li Parlemana Ewropayê de, hat lidarxistin.
Ferîba Mihemedî, cîgira sekreterê Komeleya Zehmetkêşan bi nûneratiya Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê gotarek pêşkêş kir. Hewceyî gotinê ye ku berpirsyariya dewreyî ya hevbendiyê li stûyê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ye.
Rêzdar Ferîba Mihemedî di vê gotarê de, bal kişand ser vê yekê ku daxwazkirina mafên rewa yên neteweyan û tekezkirina li ser mafê diyarkirina çarenûsê di heyama sed salên borî de, her tim ji aliyê desthilatê ve bi cudaxwaz hatiye tometbarkirin, wek tawan hatiye dîtin û bi tepeseriya tundûtûj hatiye bersivandin. Di heman demê de, daxistina asta van îradeyên neteweyî bo peyvên sînordar ên wekî qewm yan etnîk, piştguhxistina rastiyên dîrokî yên piralî yên civakê û reseniya vê xebatê ye.
Di gotar Hevpeymaniyê de tekez hatiye kirin ku sînorên niha yên Rojhilata Navîn berhemê îradeya tam a neteweyan nebûye, belku encama peyman û cihgirbûna hêzên navdewletî ye di dirêjahiya dîrokê de. Wekî çawa neteweya Kurd wek mînakeke berçav, ji ber sînorên sepandî bi ser çar welatan de hatiye dabeşkirin.
Nûnera hevpeymaniyê, tekezî li ser hewcehiya derbasbûna ji çîrok û rîwayetên fermî yên sed salî kir. Wê herwisa ji nû ve hildana ramana demokrasiya yekpêkhateyî di navbera beşek ji opozîsyona Îranî de wekî tabûyeke siyasî bi nav kir ku divê were şikandin.
Di beşa dawî ya gotarê de hat ronîkirin ku bo roja piştî sernixûniya Komara Îslamî ya Îranê, nabe civak bi dirûşmên lîl û nezelal were hêştin. Her cûre pêkvejiyaneke hevpar û berdewam di nav sînorên cografyaya Îranê de, mercdar e bi dabînkirina wekheviya pêkhateyî di sê warên serekî de: mafên neteweyî, piralîbûna zimanî-civakî û wekheviya zayendî.