Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 jinên girtiyên siyasî di deve deva tevgera Jînayê de di bin metirsiya darvekirinê dene

14:00 - 14 Îlon 2026

Di deve deva çaremîn salvegera tawan rejîma Komara Îslamî di kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de, 8 jinên girtiyên siyasî di girtîgehên rejîma Komara Îslamî de di bin metirsiya cidî ya darvekirinê de ne.

Li gorî rapora “HRANA”, Pexşan Ezîzî, Erxewan Felahî û Zehra Şehbaz jî di dosyayên siyasî û ewlehiyê de metirsiya darvekirina wan gelek cidî ye.

Li gorî rapora vê ajansê, tometên ku li ser wan jinên girtiyên siyasî hatine sepandin, “bexî”, “muharebe” û “efsad fîl-eriz” in; ew tometên ku li gorî yasaya rejîma Komara Îslamî dikarin bibin sedema cîbicîkirina cezaya darvekirinê, Li gorî rapora HRANA, ev cezayên darvekirinê ji aliyê tayên cuda yên bi navê dadgehên şoreşê yên rejîmê li Tehran, Îsfahan, Reşt û Benderebasê li dijî van jinên girtiyên siyasî hatine sepandin.

Di nav wan 8 jinan de, cezaya darvekirina Pexşan Ezîzî û Erxewan Felahî ji aliyê Dadgeha Bilind a rejîmê ve hatiye pejirandin. Zehra Şehbaz Tebarî jî piştî redkirina cezaya darvekirina vê ya berê, careke din di dadgehê de bi cezaya darvekirinê hatiye mehkûmkirin û dosyaya pênc jinên din hîn di qonaxên destpêkî an jî di bin lêkolînê de ye.