Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Kurdistanî: Zêdebûna sêdarê stratêjiya Komara Îslamî ye bo rêgirtin ji rabûneke din a neteweyên Îranê

12:50 - 4 Tebax 2026

Raporên navendên mafên mirovan nîşan didin ku sepandin û cîbicîkirina cezayê sêdarê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî bêmînak zêde bûye. Ji destpêka sala 2026an ve darvekirina zêdetirî 850 girtiyan û di nav de zêdebûna berçav a darvekirina çalakên siyasî û jinan, amajeye bo lezgînkirina vê pêvajoya cihê tirsê û nîşan dide ku dikare komkujiyeke din a bêwêne ya hikûmetê di dîroka Îranê de tomar bike. Hevdem ligel zêdebûna pevçûn û kêşmekêşa rêjîmê di herêmê de, belge nîşan didin ku cezayê sêdarê ji her demê zêdetir, wekî dezgeheke kuştinê ji bo çêkirina tirsê di nav civakê de û paşvekişandina daxwazên xelkê, herwisa ji bo rêgirtin ji serhildana nû ya nerazîbûnan tê bikaranîn.

Di vê çarçoveyê de jî, tepeserî û bêdadiya dezgeha ewlehî û deshilata dadwerî ya hikûmeta Îranê li beranberî xwepêşander û çalakên siyasî û medenî aliyekî berfirehtir girtiye ber xwe. Piştî serhildanên meha Befranbara borî, cezayê sêdarê yê dehan kes ji xwepêşanderan bi rêkarên nayasayî û binpêkirina prensîbên dadgehkirina dadperwerane û bi piştgirêdan bi îtirafên bi zorê û sînordarkirina destgehiştina bi parêzer re hatiye cîbicîkirin. Li vê navberê de Kurdistan yek ji navendên sereke yên tepeseriyê sîstematîk li Îranê ye û bi tohmetên wekî Bexî û endamtiya di partiyan de, çalakên Kurd têne darvekirin û gefa mirinê li wan tê kirin.

Hevdem hejmareke berçav ji girtiyên nerazîbûnan û girtiyên siyasî, bi taybetî girtiyên siyasî yên jin ku cezayê sêdarê li ser wan hatiye sepandin, rûbirûyî metirsiyekî micid bûne. Ji ber vê yekê divê rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî ji bo parastina mafê jiyanê yê wan girtiyan, ji hemû şiyanên xwe yên yasayî û dîplomatîk ji bo rêgirtin ji cîbicîkirina wan cezayan bikar bînin. Bêguman danîna aliyekî an jî piştguhxistina pirsa mafên mirovan li Îranê, derfetê ji bo berdewamiya pêvajoya kuştinê xweş dike.

Herwisa divê mekanîzmayên yasayî yên wekî civandina sîstematîk a belgeyan û peyrewkirina binpêkirinên mafên mirovan di navendên navneteweyî de û zext li ser saziyên peywendîdar ên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyê rêxistinên mirovî ve bi lezgînî bidûdeçon ji wan bê kirin.

Li beranberî wê stratêjiya rêjîmê ku li ser bingeha tirs û tolhildanê tê rêvebirin, giringiya rola malbatên girtiyan, civaka medenî, medya û raya giştî ji her demê zêdetir derdikeve holê. Belavkirina agahiyan û piştgiriya civakî dikare bibe rêgir di piştguhxistina dosyayan û pêkanîna van sûcan de. Divê bi zêdekirina lêçûna siyasî û navneteweyî li ser rêjîmê, pêşî li zêdebûna pêvajoya tepeseriyê û cîbicîkirina cezayên sêdarê bê girtin û dawî li wan bê anîn.

Darvekirin, bêyî ku berê xwe bide ti hêcetekê, binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê ye û berpirsiyariya civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî nabe ku tenê derbirîna nîgeraniyê be û hewcedarî bi girtinabera rêkarên lezgîn, hevaheng û bi bandor heye ji bo rawestandina lezgîn a cîbicîkirina cezayên sêdarê û herwisa lêpirsîna ji encamderên wan cinayetên dijî mirovahiyê.

 

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

04-08-2026