Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê tekeziyê li ser azadiya gemîraniya li tengava Hormoz de dike

10:07 - 19 Îlon 2026

Roja Înê 18ê Îlonê, Marko Robiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li hevdîtina digel “Ço Hiyon”, Wezîrê Dereve yê Koreya başûr de tekezî bi ser hevkariyên hevpar bo garantîkirina azadiya gemîraniya li tengava Hormoz de kir.

Marko Robiyo li vê hevdîtinê de gotiye: “Çêkirina çarçoveyeke ticarî ya dadperwerane û rohn bo şirketên Amerîkayê ku niha mijûlê kar li Koreya Başûr de ne, hewcehiyek girîng e”.

Wezîrên derve yên wan 2 welatan, tekezî bi ser giringiya hevkariya 3 alî ya li navbera Amerîka, Koreya başûr û Japonê bo parastina ewlehiya deverê û parastina devereke azad a deryayî kirine.

Ev hevdîtin û tekezî li ser wan hevkariyan li halekê de ye ku Wezareta Derve ya Koreya başûr çend rojan berî niha ragiahndibû ku tîmek bo lîkolînan bo tengava Hormoz şandiye.

Pêka raporên belavbûyî li ragihandinên Koreya başûr, dewleta wan mijûlê xweamadekirin bo şandina alav û hêza serbazî yên wek balafirên çavdêriya deryayî, gemiyên piştevaniya locistîkî û yekeyên peydakirin û paqijkirinan mînan li tengava Hormozê  de ne.