Karê banka Milet a rêjîma Îranê li Tirkiyê hate ragirtin
Navenda Çavdêrî bo ser bankan li Tirkiyê, derfetnameya karê banka milet a rêjîma Îranê li Stenbolê piştî 44 salan hilveşand, ev yeka hevdem digel dorpêçên Amerîkayê bo ser torên malî yên rêjîma Îranê hatiye kirin.
Malpera Tirkiye Today ragihand: Navenda Çavdêrî bo ser bankan li Tirkiyê nigeraniya xwe li derheq berdewamiya karê banka milet a rêjîma Îranê li Tirkiyê bo danîna sermaye û aramiya malî ragihand û biryar da ku karê wê bankê rabigre.
Banka milet pêştir bi sedema pêwendî bi bernameya navkî û mûşekiya rêjîma Îranê, ji aliyê Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Birîtaniyayê ve li lîstê dorpêçan de hatbû tomarkirin.
Herwisa Tirkiyeyê geştên Esmanî yên “Mahan Air” rawestandin, biryar piştî tundkirina cezayên Amerîkayê hat girtin, û Tirkiye bi kiryar tevlî pêngav û givaşên Amerîka bo ser rêjîma Îranê bû.
Mahan Air ragihandiye ku li ser biryara Tirkiyeyê, geştên vê şirketê yên ji Îranê ber bi Stembol û Enqereyê û rêyên vegerê ji 21'ê Îlonê heta agahdarkirineke din nayên kirin.
Ev sînordarkirin di vê demê de bi taybetî ji bo Mahan Air ê û ragirtina karê banka Milet, dikeve çwarçêva dorpêçên Amerîka û keftina Turkiyê jî bon ava refa wan welatan ku biryarên Amerîka peyrev dikin.