Xelkê serbilind û xweragir ê Kurdistanê!
Di çarhemîn salvegera şehîdbûna Jîna Emînî û bilindragirtina bîranîna şehîdan û destkeftiyên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de, mangirtina giştî ya 25ê Xermanan wekî bersiveke biryardarane û helwesteke yekalîker bi serkevtî bi rêve çû.
Ev mangirtina giştî di demekê de bi rêve çû ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê hemû hêz û şiyana xwe ya leşkerî û ewlehiyê ji bo militarizekirina bajarên Kurdistanê û drustkirina givaş û gefên cûrbecûr li ser bazariyan û xelkî bikar anîbû. Belê îradeya behêz a xelkê Kurdistanê û helwesta berpirsiyarane ya dukandar û bazariyan, deshilat tuşî şikestê kir. Pêdiviyê amajekirinê ye, piştevanîkirina ji vê bangewazê ji aliyê dehan partî û layenên siyasî, rêxistinên jinan û civaka medenî li asta Kurdistan û Îranê û herwisa peywestbûna beşek ji girtiyên siyasî bi rêya greva birçîbûnê, dibe nirxekî girîng ji bo karê hevbeş û hevpeywenda di têkoşîna me de bi dijî Komara Îslamî li her derfet û cîhekî de.
Serkeftina vê hereket û tevgera medenî nîşana asta bilind a berpirsiyariya civakî, hişyariya siyasî, yeketiya neteweyî û redkirina siyasetên tepeserî, cûdakarî û sêdarê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve ye. Herwisa selmînera vê rastiyê ye ku hêzên siyasî û civaka Kurdistanê beşekî jev neweqtiyayî ne û ev peywendiya kûr sermayeyeke mezin a siyasî û civakî ye ji bo berdewamiya xebat û gavên pêşerojê.
Hevpêymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, ji bilî rêzrgirtin li xweragiriya neteweya Kurd û spasiya wê helwest û yekgirtiya xelkî li bi-rêvebirina mangirtina 25ê Xermananê, pêzanîna xwe pêşkêşî tev kesayetiyên siyasî, akademîk û bi taybetî aliyên siyasî yên Belûç, Turk, Fars, Turkmên û Ereb dike ku bi belavkirina peyam û vîdyoyan piştevaniya xwe û havdengiya xwe ligel banga mangirtinê dane xuya. Ev hevkarî û piştevaniya berfireh nîşana pêgeh û pêşengayetiya Kurdistanê ye li asta seranserî ya Îranê de.
Hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê dubare dikin ku berdewam pabend dibin bi nûnertîkirin û gehandina dengê daxwazên rewa û berheq yê civakê, û vê yektî û hevbeşiyê bi garantîya serkeftinên li pêşerojê de dizanin.
Hevpêymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
25ê Xermanana 2726