Di çarhemîn salvegera şehîdbûna Jîna Emînî û destpêkirina serhildana 1401an de, li ser banga "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê", herî kêm 20 bajêrên Rojhilatê Kurdistanê mangirtina giştî ya berfireh hat lidarxistin. Dukandar û bazariyan li bajarên wekî Seqiz, Sine, Mehabad, Bokan, Dîwandere, Mêrîwan, Bane û Kirmanşanê dikanên xwe girtin. Li bajarên sereke asta beşdarbûna di mangirtinê de gihîşt %80 heta %90î.
Ev mangirtina sivîl di bin zext û dorpêça tund a ewlehiyê û militarize û gefên rêjîmê li xelkê û bazariyan de pêk hat. Rejîma Komara Îslamî ya Îranê beriya wê salvegerê gelek hêzên çekdar û yeganên dijî-şorşê şandin bajarên Kurdistanê. Ji bo rêgirtina li çûna ser gora Jîna Emînî, hemû rêyên ku diçin Goristana Ayîçî ya Seqizê hatin girtin û Av ji bendava Çirağweysê hat berdan da ku rêyên duyemîn jî werin girtin.
Tevî ku navendên ewlehiyê dukandar bi pilompkirina dikanan, betalkirina destûra kar û binçavkirinê gef li wan xwarin jî, gelê Kurd û Kurdistaniyên welatparêz dikanên xwe di 25ê Xermananê de daxistin û li ser daxwaza Hevpeymaniyê li malên xwe de man. Ev çalakiya sivîl careke din hêz û yektiya xelkê Kurdistanê li dijî siyaseta zext û zordariyê ya rejîmê nîşan da û yekîtî û peywendiya di navbera Xelkê Kurdistanê û Hêzên Siyasî nîşan da.
Vê mangirtinê gelek dengvedan hebû ku careke din gelê me serfiraziya xwe tomar kir ku hertim pêşengê xebata dijî dîktatoriyê ye.