Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp projeyasa cezayên li ser Rûsiye û Îranê wajo kir û kire yasa

10:29 - 19 Îlon 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîka, roja Înê 27ê Xermananê yasayek wajo kir ku desthilatên Waşingtonê ji bo sepandina cezayan li ser Rûsiye berfirehtir dike û di heman demê de heyama cezayên li ser rejîma Îranê ji bo pênc salên din dirêj dike.

Yasaya cezayên Rûsiye û Îranê ya “Lindsey Graham” rê dide ku cezayên nû li ser berpirs, sermayedar, bank û saziyên Rûsiyeyê bên sepandin.

Di heman demê de, ev yasa desthilatê dide serokê Amerîka ku bacên gumrikê heta rêjeya 100% li ser hawirdekirina sereke yên neft û gaza xwezayî ya Rûsiyeyê bisepîne.

Ev yasa hevdem digel “yasaya Cezayên Îranê”, ku di sala 1996an de hatiye pejirandin, ji bo pênc salên din dirêj kiriye, da ku desthilata Koşika Sipî ji bo domandina givaşên aborî û sepandina cezayan li ser Tehranê wekî berê bimîne.

Sênator “Lindsey Graham”, nûnerê Komarîxwaz yên eyaleta Karolîna ya Bakur, ku di rêûresima wajokirina vê yasayê  de li Koşika Sipî amade bû, ragihand ku ev gav derfetek zêdetir dide Tiramp ku alîkariya hewildanên wî ji bo bidawîanîna şerê Rûsiye û Ukiraynê bike û asta givaşên darayî li ser rejîma Îranê jî her bi zêdeyî  bihêle.