34 sal berê niha, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî li Berlînê paytexta Alman kete ber êrîşa terorîstên ser bi rêjîma Îslamiya Îranê û ligel du endamên tekoşer, rêvîngên rêbaza Pêşava Qazî, Fetah Ebdulî û Humayûn Erdelan şehîd bûn.
Biryara Dadigeha Berlinê di doza Mîkonosê de, ku tê de kujerên Dr. Saîd û hevrêyên wî de hatin darizandinê, nîşan da, ku plana şehîd kirina Dr. Saîd û hevalên wî ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatibû amade kirin.
Dr. Saîd hevrê û hevkarê nêzîk ê Şehid Dr. Qasimlo bû û paş şehid kirina Qasimlo bibû Sekreterê Giştî ê HDK-Î û ligel hevalên xwe yên serokatiyê nehiştin paş şehadetê Qasimlo bêhêvîtî di rêfên partiyê de belav bibe û alayê şehidên Kurdistanê bilind ragirtin.
Dr. Saîd jî girîngî dida xebata demokrasî û hevkariya hêzên demokratên Îranê û di civînekê da, ku bona vê armance hatibû amade kirinê, kete ber êrîşa terorîstî û şehîd bû.
Dr. Saîdê akademîsyen û nivîskar herwisa gelek girîngî dida hevkariya hêzên her çar parçeyen Kurdistanê û dostê dilsojê partiya me bû.
Êrîşa teroristî û gefxwarina dewleta Îranê îro jî berdewam e.
Rejima Komara İslamiya Îranê, bona tepeserkirina tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê êrişî gelê Kurd dike, zindanî dike û sêdare dide.
Rêjîma Îranê her roj bi top û firokê û dironan, êrişê bingehên Peşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma kurdistanê dike û bi vê hencetê Pêşmergeyên, Başurê Kurdistanê bombebaran dike û gefa hikumeta Herêma Kurdistanê dixwe.
Di 34emîn salvegera terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî de, carekî dinê em teror kirina Dr. Saîd û hevalen wî ji aliyê rejîma komara Îslamiya Îranê ve mahkum dikin. Em yeqin dizanin û piştrast in û heya îro jî hatiye selmandin, ku hevsengerên Dr. Saîd alaya xebata Kurdistana azad her tim bilind radigirin.
Em bi tundî êrîş û gefxwarina dewleta Îranê mehkum dikin û daxwaza me ji hêzên welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê ev e, ku hevkariya xwe bi hêztir û qehimtir bikin.
Dr. Saîd û hevalen wî û hemu şehidên Kurdistanê nemir in.
Ruhên wan şad bin.
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
17 Îlona 2026