Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêrîna Hizba Dêmokrat li ser raporta Rêxistina Lêborîna Navneteweyî

11:53 - 19 Îlon 2026

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî di çaremîn salvegera kuştina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana «Jin, Jiyan, Azadî» de bi belavkirina raporteke giştgir û belgekirî ragihand ku di dema xwepêşandanên tevgera «Jin, Jiyan, Azadî» de desthilata Komara Îslamî bi awayekî sîstematîk cinayetên dijî mirovahiyê kirine. Di vê çarçoveyê de daxwaza lêpirsîn û şopandina dadwerî ji bo dehan berpirsên Komara Îslamî dike.

Li gorî naveroka raporta Rêxistina Lêborîna Navneteweyî ya li ser tepeserkirina serhildana «Jin, Jiyan, Azadî» di sala 1401'an de, belgeyên girîng û diyarker li ber dest in derbarê ast û mezinahiya wan tawanên ku Komara Îslamî dijî xelkê Îranê, bi taybetî xelkê Kurdistanê, encam dane.

Belavkirina vê raportê di demekê de ye ku berê jî Komîteya Serbixwe ya Navneteweyî ya Derxistina Rastiyan, ku ji aliyê Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve ji bo şopandina binpêkirinên berfereh û sîstematîk ên hêzên fermî yên Komara Îslamî di tevgera Jînayê de -di 21'ê Novambera 2022'an de- hatibû avakirin, di raporta xwe de gihîştibû encameke hevseng. Komîteyê ragihandibû ku beşek ji binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ku ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî ve di dema tepeserkirina serhildanê de hatine kirin, gihîştine asta tawanên dijî mirovahiyê. Ev tawan kuştin, êşkence, girtina xweserane, destdirêjî û cureyên tundiya zayendî, windakirina bi zorê û binpêkirina mafên mirovan dihewînin ku bi armanca cîbicîkirina siyaseta hikûmetê hatine kirin û dikevin çarçoveya tawanên dijî mirovahiyê.

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî di dawiyê de daxwazê ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dike ku bi lezgînî mekanîzmayeke dadwerî ji bo şopandina vê pirsê bi armanca komkirina belgeyan, lêkolîn û darizandina berpirsên têkeldarî van tawanên dijî mirovahiyê yên li Îranê ava bike. Herwisa tekez kir ku xetereya siyasî di Civata Ewlekariyê de, berferehiya tawanan û îhtimala bilind a dubarebûna van tawanan nîşan dide ku avakirina vê mekanîzmayê hewcedariyeke lezgîn e.

Li gorî belge û lêkolînên saziyên serbixwe û navneteweyî, tepeserkirina serhildana «Jin, Jiyan, Azadî» ne tenê çend bûyerên cuda û parçekirî bûn, belkî beşek bûn ji pêngaveke berfereh û sîstematîk dijî xelkê nerazî. Ya girîng ku di vê raportê de divê balê bikişîne ser ew e ku bi zelalî behsa asta tepeserkirin û binpêkirinên li dijî du neteweyên Kurd û Belûç hatiye kirin, û belge nîşan didin ku asta tepeserkirinê di van du herêman de gelekî mezintir e ji navçeyên din ên Îranê.

Bi berçavgirtina encamên her du raportên Rêxistina Lêborîna Navneteweyî û Komîteya Derxistina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî, rastiyeke nediyarker li ser doza Kurd li Îranê û derbasbûya tijî karesat a vê neteweyê di serdema her du hikûmetên paşayetî û Komara Îslamî de derdikeve hole, rewşek ku mafên bingehîn ên gelê Kurd bi awayekî sîstematîk û berfereh binpê kirine û encamên tawanên mezin ên navneteweyî jê çêbûne. Berdewamiya vê rewşê, pêwîstiya şopandina rehên avahiyî yên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê bêtirî her demê eşkere dike, ku ew jî pêkanîna mafê diyarkirina çarenivîsa gelan e wekî prensîbeke bingehîn a qanûna navneteweyî û mafekî naskirî di peymanên navneteweyî yên mafên mirovan de. Ji ber vê yekê çareseriya bingehîn a dawîanîna li tepeserkirina gel û garantîkirina mafên gelê Kurd tenê di vê dergehê re pêk tê. Belgên raporta Rêxistina Lêborîna Navneteweyî bi zelalî nîşan didin ku cudakariya sîstematîk a li dijî gelên bin dest ên Îranê bûye sedema çi binpêkirinên berfereh ên mafên mirovan.

Ji aliyekî din ve, pirsa navneteweyîkirina binpêkirinên mafên mirovan li Îranê, dewletên demokratîk û wan dewletên ku di yasayên xwe de desthilata dadwerî ya cîhanî nas kirine erkdar dike ku îmkanên xwe yên qanûnî û dadwerî ji bo şopandin û cezakirina kiryar û biryardarên van tawanan bi kar bînin û di pêkanîna dadperweriyê û rêgirtina li dubarebûna van tawanan de beşdar bibin. Nabe civaka navneteweyî rê bide ku erdnîgarî, sînorên siyasî û herwisa nebûna îradeya dadperweriyê di wan welatan de ku tawanên mezin tê de hatine kirin, bibe sedema parastina tawanbaran û pêknehatina dadperweriyê.

Pêkanîna dadperweriyê ji bo qurbaniyên van tawanan, naskirina fermî ya mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd û gelên bindest ên Îranê û dawîanîna li parêzbendiya dadwerî, sê sedemên sereke ne ji bo rêgirtin ji dubarebûna tawanan û misogerkirina paşerojekê ku tê de mafên mirovan, azadî û kerameta mirovî parastî bin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê digel pêşwazîkirina vê raportê û bîranîna raporta Komîteya Rastîyabîn a Neteweyên Yekbûyî, tekez dike ku civaka navneteweyî nabe bi derbasbûna demê re tawanên Komara Îslamî ji bîr bike. Bi taybetî ku her du lêkolînan bi awayekî serbixwe û bi piştgirêdan bi belge û şahidiyan, tawanên desthilatdarên Komara Îslamî wekî tawanên dijî mirovahiyê nas kirine, ev yek berpirsiyariya dewlet û berpirsên siyasî û ewlehiyê yên wê rêjîmê ji berê pitir dixe ber çavên civaka navneteweyî.

Komara Îslamî nikare bi derbasbûna demê, guherandina berpirsan an xweveşartina li pişta avahiyên hikûmetê, ji berpirsiyariya van tawanan xwe bide alî. Ji ber vê yekê, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê daxwazê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ku li ser bingehê van belgeyan, pêngavên pratîkî di rêya dabînkirina dadperweriyê ji bo qurbaniyan û lêpirsîna ji berpirsên Komara Îslamî de bavêjin.

Herwisa ji nêrîna Hizba Demokrat ve, bêyî guherandina sîstema desthilatdariyê li Îranê, binpêkirina berfereh û sîstematîk a mafên mirovan dawî nayê û vegerandina mafên qurbaniyan û pêkanîna dadperweriyê çênabe.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

27'ê Xermanana 1405'an a Rojî

18'ê Îlona 2026'an a Zayînî