Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê ragehand ku welatê wî berî her tiştekî dê rejîma Îranê têkbişkîne û hiloşîne, hevdem tekezî ji vê kir ku beravajî lawazbûna şiyanên Tehranê û girûpên niyabêtî, operasyonên Îsraîlê heya niha dawî pê nehatine.
Binyamîn Netenyaho li rêûresmekê rêzlênan li karmendên hilbijartî ê dezgeha ewlehî a navxwe ya Îsraîlê (Şîn Bêt) de got, xweziya Îran û girûpên niyabêtî bo jinavbirina Îsraîlê ji nav neçûye, belkî tenê lawaz bûye, lê şiyana cîbicîkirina wan amancan bi awayekî zêde berfireh herifiye.
Me beşekî serekî a karan encam dane, lê heya niha tiştên din bo tewawkirinê mane û emê tewaw bikin.
Serokwezîrên îsraîlê tekezî ji vê kir ku, emê hemasê ji nav bibin û pêş li her tiştekî emê rejîma îranê hiloşîn in.
Emê Komara Îslamî hiloşîn in û ew rejîm yê bikeve, hevdem emê rûbirûyê Hizbolahê jî bibin û ev jî yê ji nav biçe.
Li beşek din a qisên Netenyaho de îşare bi operasyonên welatê xwe li Xeze û Keraneya Baxterî hat kirin û ragehand hêzên ewlehî li tolhildan ji paşmaweyên êrîşa 7ê Oktoberê berdewam in.
Navbirî herwisa hoşdarî da ku tu terorîstek parastî nîne û destê me dê bigehe hemûyan.