Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê girtiyekî din ê siyasî bi sûçê sîxurî bo Îsraîl bidar vekir

11:13 - 19 Îlon 2026

Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê roja Şemî 28ê Xermananê ragihand ku cezaya darvekirina Hûsên Pedaran, li Îsfahanê ku di dosiyeya pêwendîdar bi şerê 12 rojî de hatibû binçavkirin, hat cîbicîkirin.

Navenda Ragihandina Dezgeha Dadweriya rejîmê îdia kiriye ku Hûsên Pedran zaniyariyên pêwendîdar bi cihên leşkerî yên hestiyar li parêzgeha Îsfahanê bo Saziya Mûsadê şandiye û bi tohmeta sîxurî û hevkariyên îtilatî bo Îsraîlê hatiye dadgehkirin û bi darvekirinê hatiye cezadan.

Dezgeha Dadwerî ya rejîmê hûrgiliyên li ser dema girtina Hûsên Pedran, belgeyên pêwendîdar bi wan tohmetên sepandî û ti raporek liderheq berevaniya parêzerê navbirî belav nekiriye.

Eva di demekê de ye ku cezayê darvekirinê yên pêwendîdar bi tohmetên ewlehî û sîxuriyê li dadgehên ku ji pîvanên dadweriyê dûr in, li pişt deriyên girtî û li ser bingeha îtirafên ku saziyên mafên mirovan gelek caran ragihandine ku di bin givaş û îşkenceyê de hatine wergirtin, tên sepandin û cîbicîkirin.