Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî heya ew dema şiyana tepeseriya xelkê hebe, paşvekêşiyê nake

11:42 - 19 Îlon 2026

Rojnameya Waşingtin Post li gotarek şirovekarî de tekezî ji vê kir ku Komara Îslamiya Îranê rejîmek (Bikuj û Xweragire) û heya wê demê seh bi ji destdana şiyana tepeseriya neraziyên navxwe neke, li amancên destpêkî paşekişiyê nake, li gorî wê şirovekariyê, emraza sereke a mana desthilatê li Tehranê de tenê bikaranîna tundûtîjiyê ye.

Loîs Lîbî, berpirsê berê ê nivîsîngeha cihgirê Serkomarê Amerîka û Ceyson Fêlldiz, Sernivîserê bilind li damezraveya berevanîkirin li dêmokrasiyan, li gotarekê de îşare bi vê kir ku êrîşên serbazî ên sînordar a dewleta Tiramp û hewlan bo birîna şademara abûrî a rejîmê, pêngavên erênî ne, lê heya niha bo guherîna hevkêşeyên Komara Îslamî bes nîne.

Li gorî gotara wan du lêkolîneran, heya dema hêzên tepeserkar li ser vê bawerê be ku Tehran bi fêllbaziya siyasî bi ser Waşingtinê serdikeve û dahatên neftî wê dest pê bikin, danûstankarên Îranî dê li ser helwêsta hişke xwe dê berwam bin.

Nivîserên Waşingtin Postê tekezî ji vê kirine ku Tehran heya niha jî mukum e li ser despêregeheştina bi çeka etomî, kontirolkirina Tengava Hormozê û gefxiwarin li Rojava.

Di dawiya wê şirovekariyê de hatiye: Waşingtin û hevpeymanên wê hewceye bihêztir li dijî Komara Îslamî rawestin.