N. Aso Minberî
Di 25ê Xermanana îsal de, 4 sal bi ser kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa Jîna di bin dirûşma pêkhateşikên a "Jin, Jîyan, Azadî" re derbas bûn.
Lê belê, mangirtina giştî ya vê carê, mijareke din jî xiste berça. Vê mangirtinê sînorê di navbera şoreş û tevgerê de careke din diyar kir.
Tevger dikare di heyameke taybet de rû bide û li kolanan bi dawî bibe, lê belê tevgera ku avahiya civakê diguherîne û wijdana giştî ya civakê dixîne bin bandora xwe, şoreş e!
Ev rastî piştî 4 salan weha ji me re dibêje ku peywendiya rêxistinkirî ya gel bi malbata Jîna û hemû şehîdên şoreşê re ne tenê nehatiye birîn, belkî berdewam di formên nû de xwe nîşan dide û disilmîne ku "Jin, Jîyan, Azadî" tenê rabûna hestan di qonaxeke taybet de nebû, belkî guherîneke hişmendane bû ku bo paşve venagere.
Civaka Kurdistanê, ramana xwe ya giştî parastiye û mafxwaziyê wek amrazekî ji bo têkoşînê, zindî hiştiye.
Yek ji giringtirîn rexneyên ku di heyamê çar salên borî de li ser tevgera cemewerî ya sala 1401an hebû, bikaranîna peyva "tevger" û axaftina li ser bêdengbûn û rawestana nerazîbûnên li ser kolanan bû.
Lê belê bûyerên meha Befranbarê û herwisa çaremîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna di roja çarşemê 25ê Xermanana îsal de, dikare bibe bersiveke baş ji bo vê rexneyê.
Komara Îslamî wek adetê xwe yê herdemî, li ber çaremîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, her ji destpêka meha Xermananê ve bi rêyên cûrbecûr amadekariyên xwe ji bo dijayetiya bi gel re û bilindgirtina bîranîna Jîna û şoreşê dest pê kir.
Ji destpêkirina girtinên giştî ji bo tirsandina gel, heta firehkirina kamerayên çavdêriyê li goristana Ayçiyê û leşkerîkirina bajêrên Kurdistanê û ji hemûyan giringtir Seqiz, bajarê Jîna Emînî, nîşan dan ku Komara Îslamî çiqas bi tirsonekî, dixwaze bi darê zorê û tepeserkirina dîsa, rê li ber bilindgirtina bîranîna şehîdan û şoreşeke ku heta îro jî berdewam e, bigire.
Di roja 22ê Xermananê de hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistanê, bi xwendinekê ji bo rewşa niha ya civaka Rojhilatê Kurdistanê di bangewazekê de, ji xelkê Kurdistanê daxwaz kir ku bi helkefta çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî, bi girtina dukan û bazaran û man li malên xwe, bibin beşek ji vê mangirtina giştî.
Hevpeymaniyê ragihandibû ku "Ev mangirtin ji bilî bîranîna hemû şehîdan û nirxên şoreşa «Jîna – Jin, Jîyan, Azadî», têkoşîneke sivîl û bersiveke cemewerî ye dijî qeyranên ewlehî û aborî û dibe peyama zindîbûna têkoşîna sivîl û berxwedana xelkê Kurdistanê."
Bi derxistina vê bangewazê re, zextên Komara Îslamî jî zêdetir bûn, lê civaka Kurdistanê bi hesta berpirsiyariyê û bi wêrekî, di meydana têkoşînê de, rola xwe ji bo careke din diyartir kir.
Di demekê de ku bajarên Kurdistanê û bi taybetî bajarê Seqizê rûbirûyî yek ji girantirîn awayên leşkerîkirinê bûn û bicihkirina hêzên tepeserker bi awayekî berfireh hatibû kirin, mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, bersiveke zelal ji bo vê bangewazê di forma rapirsiyeke giştî de bû.
Ewa ku xelkê Kurdistanê piştî çar salan bi malbata Jîna Emînî re bûn, selmand ku em ne rûbirûyî "şepêlekî nerazîbûnê" belkî rûbirûyî "herikîneke ji şoreşê" ne. Şoreş tenê dagirkirina kolanan nîne, belkî qutbûna hemû civakê ye ji sîstemekê ku li ser civakê serdest e, faktorek ku di mangirtina roja çarşemê de, bi zelalî hat dîtin.
Mangirtin di rewşeke wek rewşa evro ya Kurdistanê de ku nirxê dolar ji 230 hezar tumen derbas bûye û asta teweromê bi awayekî bê kontrol bilind bûye û gel ji bo dabînkirina pêdiviyên herî sereke yên jiyanê ecêbmayî mane, karekî hêsan nîne.
Kengê civakek di bin girantirîn rewşa ewlehî û leşkerî de, dest dide mangirtina giştî û aboriya civakê dike armanc, armanca wê ew e ku "Na"yeke bihêz û hevaheng ji desthilatê re bibêje. Di rastiyê de di wê rewşa aborî ya xirab de, ev mangirtina giştî, wek rapirsiyeke berdewam e, ji bo ku careke din bîne bîra desthilata serdest ku tevî hemû zilm û zordariyan, tevî hemû tepeserkirin û zextan, di meydana pevçûna bi gel re de, ew her wek herdem gel e ku serkeftiyê meydanê ye.
Vê mangirtinê careke din nîşan da ku tevgera sivîl li Kurdistanê hêşta heye û navendên tepeserker yên rejîmê, bi pêşketîtirîn çekên fîzîkî yên serdemê re jî, ti rewabûnek li cem gel nemaye.
Di vê navberê de rola aliyên siyasî û giraniya wan ya siyasî di civakê de di bersiva erênî ya civakê de ji bangewaza wan re tê dîtin ku tevî rewşa giran ya ewlehî, ew hişyariya siyasî ya civaka Kurdistanê ye ku dike ku dîsa gel bibe aktor û qehremanên sereke yên qadê. Ev hevahengiya di navbera civaka sivîl û aliyên siyasî de, bixwe yek ji bingehên şoreşgerîbûna vê tevgerê ye. Ji ber ku nîşan dide ku civak xwedî şiyana bersivdana rêxistinkirî û hevaheng e.
Ev nemana rewabûnê, di asta navdewletî de jî belav bûye û hevdem bi çaremîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna re, Rêxistina Lêborîna Navdewletî bi belavkirina raporeke berfireh û bi belge, ragihandiye ku helwesta Komara Îslamî ya Îranê di pêvajoya tepeserkirina nerazîbûnên "Jin, Jîyan, Azadî" de, nîşana eşkere û sîstematîk ya "sûcê dijî mirovahiyê" bûye. Ev rapor bi tekezkirina li ser pêdiviya pêkanîna dadweriyê û domandina lêkolîna dadwerî li ser bi dehan berpirsên pilebilind yên Komara Îslamî ya Îranê, nîşan daye ku civak ne tenê li kolan û mangirtina giştî de berdewam e, belkî lêçûna tepeserkirinê di asta navdewletî de ji bo desthilata Komara Îslamî gehandiye cihê ku vegeryan ji bo wê nîne.
Rapora Lêborîna Navdewletî diyar dike ku tepeserkirina sîstematîk ya Komara Îslamî dijî gel, aliyê sûcê navdewletî di nav xwe de girtiye û ev helwesta navdewletî, encama mafxwaziya berdewam ya malbatên şehîdan û berdewamiya têkoşîna gel e, belgeyên ku daxwaza darizandin û lêkolîna dadwerî ji berpirsên Komara Îslamî dikin û peywendiya di navbera berxwedana navxweyî û mafxwaziya navdewletî xurtir kirine.
Têkelbûna îradeya rêxistinkirî ya navxweyî di forma mangirtina giştî de û tohmetbarkirina Komara Îslamî bi sûcê cinayet dijî mirovahiyê li gorî belgeyên navendeke navdewletî nîşan didin ku hevsozî guheriye û êdî Komara Îslamî nikare bi sanahî li ser tepeserkirina xelkê berdewam bibe. Xelkê Kurdistanê gehiştiye astekê ku ti girtin û tepeserkirin nikare wan paşve bibe û şoreşa Jîna bi destê wan ber bi pêşerojeke rohn ve diçe. Civaka sivîl îradeya xwe pênase dike û desthilata xwesepîner jî roj bi roj zêdetir ber bi hilweşîna yekcarî ve dibe.