Hevpevîn. Kovan Amedî
Hevpeyvînkar. Hesen Mukerem
1 - Şerê vê dawiyê di navbera Amerîka û Komara Îslamî de derxerê çiye? Gelo nîşan jî destpêkirina şerek berfireh e?
Kovan Amedî: Êrîşên vê dawî yê Amerîkayê, nîşan dide ku agirbesta berê pir lawaz ketiye, ji xwe agirbestek şiklî bû, nu şer kekite qonaxake raste rast. Êdî tenê şerek di navbeyna hevpeymanên heremî wekî Îsraîl, Ordon û Emîratên Yekbûyî yê Eraban, Amerîka û Îran rasterast li hev dixin. Amerîka di vê qonaxê de li hedefên leşkerî û stratejîk yên Îranê wekî Girava Larkê û şûnên leşkerîyên stratejîk ya Îranê dixe.
2 - Berfirehbûna êrişan ber bi welatên herêmê ve, heta çi qasekê dikare hevsengiya siyasî û ewlehiyê ya Rojhilata Navîn biguherîne û welatên Erebî bêtir nêzîkî Amerîkayê bike?
Şerê niha bi kontrol tê meşandin, lê metirsiya berfirhbûna şer gelek bilind e. Nirxandina min ew e ku Îran êrîşên xwe li ser basikên Amerîka yên li Ordon, dê domdar be, hejmarek berbiçav yê leşkerên Amerîkî bên kuştin, astengkirina Tengava Hormozê bidomîne, ketina Îsraîlê bi bejayî bo Lubnanê, Komên çekdar yê Iraqê li dijî Îsraîl û Amerîkayê, dikare agirê şer gurtir bike û şer berfirh be.
Lê divê meriv ji berfirehbûna şer zêde hêvî neke ku hemû dewletên Erebî bi yek dengî bikeve nav bloka Amerîkayê. Dibe ku di warê ewlehiyê de bêtir pişta xwe bidin Amerîkayê. Heta niha li ser alîbûna xwe ragîhandinek nedane. Ger bikevne aliyê Amerîka, hevkariya wekî, hişyariya radarê hîn bi leztir be, parastina wan li dijî muşek û dronan bê kirin, garantiya ewlehiyê û çekên pêşketî bide wan, hebûna leşkerên Amerîkayê li heremê bê zêdekirin û qet nebe bo wextek ne diyar mayende be.
Di heman demê de, hema hemû welatên Erebî têkiliyên xwe bi Çîn, Pakîstan, Tirkiye û Ewrûpayê re heye. Wê bixwazin ku berdewamiya van têkiliyên xwe yên dîplomasî û aboriyê biparêzin. Ango wê diwarê têkiliyê aborî û dîplomasiyê de xweseriya xwe biparêzin.
3 - Bûna Tengava Hormozê weke yek ji navendên sereke yên pevçûnê, çi encamêk ji bo aboriya Îranê, bazara cîhanî ya wize û cih û pêgeha siyasî ya Komara Îslamî dê hebe û di niha de dikare weke kartek givaşê bê bikaranîn?
Tengava Hormozê ji bo Îranê hem çekeke givaşê ye hem jî xala wê ya lawaz e. Tehran dikare bi tehdîd, êrişên hilbijartî, mayîn, kontrola keştiyan û bilindkirina xetera seyrûseferê bazara enerjiyê bihejîne, lê bi temamî girtina tengavê dê di heman demê de aboriya Îranê jî bikuje û dijberên wê qada navdewlwtî de dijminan li xwe zêde bike…
Encama Bandora aborî li ser Îranê
Piraniya hinardekirina nefta Îranê di rêya Tengava Hormozê re derbas dibe. Ji ber vê yekê, girtina tengavê dikare:
A - Dahata neftê kêm bike û pereyê neftê ji bo budceya dewletê têrê neke û qîmeta pereyê Îranê bixîne.
B - Mesrefên bazirganiyê bilind bike, bîmeya keştiyan, kirêya tankeran, parastin û derengketina baran biha bike.
C - Îran tenê neftê di kendavê de hinarde nake. Ji bo hin mal, derman, xwarin û parçeyên pîşesaziyê jî bi rêya deryayî ve girêdayî ye.
D - Kêmbûna pere û enflasyonê bilind bike, kêmbûna dahata dolarê dê rasterast li ser jiyana rojane bandor bike.
Îran, ji bilî Tengava Hormozê xeta boriyê ya Goreh-Jask jî heye ku rêyeke stratejîk a boriya petrola xav e ku li seranserê peravên başûr û başûrê rojhilatê Îranê dirêj dibe. Tê gotin ku nêzî 90% ji hinardekirina nefta Îranê bi Hormozê re tê girêdan.
Hormoz ne tenê rêya nefta Îranê ye; beşeke pir mezin a nefta Erebistana Siûdî, Iraq, Îmarat, Kuweyt û Qeterê jî ji vir derbas dibe. Ji ber vê yekê, heta astengkirina sînordar jî dikare encamên mezin çêbike. Wek mînak: Bîme û kirêya keştiyan bilind bibe, Hin keştî derbas dibin, yên din rawestin; bazar ne aram û siyasî dibe, Neft û Gaza kêm dibin; bihayê elektrîk, veguhastin û hilberînê li Asya û Ewropayê bilind dibe. Astengkirina berfireh û dirêj, Rezervên stratejîk tên bikaranîn, aboriya cîhanî hêdî dibe û metirsiya enflasyon û daketina aboriyê bigîje asta herî bilnd.
Ji ber vê yekê jî Komara Îslamî di pêgeha siyasî da ji niha ve weke kartek givaşê bikar tîne.
Di demeke kurt de, kontrola tengavê dikare pêgeha Îranê bihêz bike:
Tehran nîşan dide ku dikare nirxê enerjiyê û ewlehiya welatên Kendavê bandor bike.
Dewletên ku ji neft û Gazê re hewcedar in, ji bo agirbest an danûstandinê li Waşington û aliyên din zextê dikin.
Komara Îslamî dikare di navxweyê de wê wekî nîşana berxwedan û desthilatê pêşkêş bike, lê di demeke navîn û dirêj de dikare pêgeha wê lawaztir bike:
Welatên Erebî dibe ku bêtir li parastina Amerîkî û hevkariya dijî-Îranê bicivin.
Çîn û xerîdarên Asyayî, ku aramiya rêya enerjiyê dixwazin, dikarin ji Tehranê aciz bibin.
Îran dikare wekî tehdîdek ji bo bazirganiya navneteweyî bê dîtin û ji bo ambargo, operasyona deryayî an êrişên leşkerî piştgirî zêde bibe.
Xerîdar dê di demeke dirêj de rê, borî û çavkaniyên alternatîf ava bikin; wê demê nirxa stratejîk a karta Hormozê jî kêm dibe.
4 - Hevdem digel givaşên leşkerî bo ser rejîma Îranê, cezayên aborî û krîza aborî ya navxweyî jî heye, ev kirîzane heta çi astekê dikarin bandor bixin ser rejîmê û hêz û şiyana Komara Îslamî bo rêvebirina krîzên navxweyî û derveyî di niha de heta çi astekê ye?
Givaşa leşkerî, cezayên aborî û krîza navxweyî kapasîteya Komara Îslamî bi girîngî kêm dike, lê lawazbûna aborî bi tena xwe nayê wateya ketina rejîmî di nêzîk de. Rejîm hîn di warê qutkirina nerazîbûnê, parastina navendên desthilatê û bersiva leşkerî ya asîmetrîk de şiyana girîng heye; lê ji bo rêvebirina şerekî dirêj û, di heman demê de, aramkirina civakê kapasîteya wê her roj tengtir dibe.
Cezayên aborî rêya firotina neftê, veguhastina pereyan, peydakirina teknolojiya pêşketî û veberhênana derve teng dikin. Givaşa leşkerî jî xercên parastinê zêde dike û bîme, bazirganî, hilberîn û dahata dewletê dixe bin zextê.
Bandora herî girîng a li ser şiyana rejîmê ev in:
Pere kêm dibe ji bo mûçe, alîkariyên xwarin û sotemeniyê, av, elektrîk, tenduristî û avakirina binesaziyê dikeve astek xeternak.
Dewlet neçar dibe di navbera aramkirina civakê û pêşxistina mûşek, dron, hêzên ewlehiyê û hevpeymanên herêmî de yêkê hilbijêre.
Qeyran tenê hejariyê zêde nake; baweriya gel bi jêhatîbûn û meşrûiyeta rejîmê jî xirab dike.
Qeyrana aborî dikare rejîmê lawaz bike, lê mekanîkî naxe. Bo ketina rejîmekê, divê çend guhartinê grîng çê bin ku girêdana wan bi hevra hebin. Wekî: Nerazîbûna gel berfireh, domdar û bi rêxistinkirî be.
Di nav elîta desthilatê de, bi taybetî di nav Spaha Pasdaran, hêzên ewlehiyê û burokrasiya dewletê de şikestin çêbibe.
Ev xalên li jor qeyrana aborî, kêmasiyên jiyanî û nerazîbûna siyasî û bingeha protestoyan fireh dikin.
Lê Îran hîn çend amûrên bandorker hene:
Wekî, Mûşek û dron: Dikarin bingeh, keştî, binesaziya enerjiyê û bajarên dûrê hedef bigirin.
Tora hevpeymanê xwe, bi grûpên hevalben li Iraq, Yemen, Lubnan û deverên din bikar bîne.
Ya herî grîng erdnîgariya Îranê ye. Welatek mezin û çiyayî ye; dagirkirin an têkbirina tevahî wê di her warî de pir zehmet be.
Lê lawaziyên wê jî girîng in:
Parastina hewayî û binesaziya leşkerî dikarin di êrişên domdar de xirab bibin.
Rûsya û Çîn dikarin piştgirîya dîplomatîk û aborî bidin, lê ne teqez e ku ji bo rizgarkirina rejîmê bikevin şerekî rasterast.
Xala herî xeternak ji bo rejîmê ne tenê enflasyon an bombebarana Amerîka û Îsraîlê ye, pêra bi şikestina elîtê ye. Heke Spaha Pasdaran û hêzên ewlehiyê yekgirtî, mûçedar û fermandar bimînin, Komara Îslamî dikare krîzeke pir giran jî derbas bike. Heke dahata neftê qut bibe, mûçe û alîkarî têk biçin, protestoyên giştî û grevên petrolveguhastinê dest pê bikin û di nav elîtê de dubendî çêbibe, wê demê krîza aborî dikare ji givaşeke giran veguhere qeyra mayîna rejîmê.