Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarekê li welatê Danmarkê

10:26 - 7 Îlon 2026

Roja Yekşemî 15ê Xermanana 1405an, li Kopênhag a paytexta welatê Danmarkê, ji aliyê partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, semînarek siyasî li ser rewşa Kurdistanê bi awayekî giştî, ji aliyê Serhed Amêdî, Cihgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê birêve çû.

Li ser banghêjiya fermî a partiya Sosyalîst a Kurdistnê, heyetek ji komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Danmark beşdarî li vê semînarê de kirin.

Şanda Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li çarçêwa behsên ku li semînarê de hatine kirin û şirove li ser hatine danê, beşdariyek çalakane hebû.