Dewleta Kanadayê kiryarên rejîma Îranê li deverê bi çalakiyên ne ewleh bi nav kir û bi tundî şermezar kir, herwisa daxwaz ji Tehranê kir ku gef li keştiyên bazirganî li tengava Hormozê, çalakiyên navkî ên ne asayî û piştgîriya girûpên niyabêtî ên deverê rabigre.
Anîta Anand, Wezîra karûbarên derveya Kanada, û Firanso Fîlîp Şampanî, Wezîrê darayî û dahata nîştimanî a wî welatî, roja Yekşemî 15ê Xermananê, li daxûyaniyekî hevbeş de ragihandin ku kiryarên Komara Îslamî aştî û ewlehiya cîhanê têk daye.
Dewleta Kanadayê ragihand ku bo parastina givaşên herî zêde bo ser rejîma Îranê ji wan li çarçêweya girûpa 7ê de, hevkariya hevpeymanên xwe dike.
Herwisa Kanadayê piştgîriya xwe bo hewlên Amerîka, Firansa û Birîtaniya bo vekirina Tengava Hormozê da xûya.
Kanadayê di vê daxûyaniyê de tekezî li ser berdewambûna hewlan bo jikarxistina şiyana Komara Îslamî li dabînkirina budceya wan çalakiyan kiriye ku ew Kanada bi çalakiyên teroristî dizane.
Kanada li sala 2010 ve heya niha 492 kes û navend ên ser bi rejîma Îranê siza dane û Spaha Pastaran jî weke girûpekî terorîstî xistiye nava lîstê girûpên terorîstî de.