Sibêdeha îro duşemê 16ê Xermanana 1405an, Komara Îslamî ya Îranê êrîşeke dronî kire ser kempên Komela Zehmetkêşên Kurdistanê li herêma Sûrdaşê. Ev di demekê de ye ku amar nîşan didin ku pêleke tund a êrîşên mûşekî û dronî li ser bingeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e.
Demjimêr 4 û 50 xulekên serê sibêdeha îro, rejîma Îranê bi 3 dronan êrîş kire ser meqer û kempên Komela Zehmetkêşên Kurdistanê li herêma Sûrdaşê.
Li gorî agahiyan, êrîşê zirarên maddî gihandine û bûye sedema şewitîna çend xanî û bingehên wan, lê belê ti zirarên canî negihîştine pêşmergeyên Komelê.
Li gorî amarên Komelê, ji destpêka şerê navbera Îran û Amerîkayê ve heta niha, zêdetirî 108 mûşek û dron ji bo amancgirtina kempên wan hatine bikaranîn.
Berdewamiya êrîşên rejîma Îranê li ser bingeh û cihên akincîbûna malbatên partiyên Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ye ku ji destpêka şer de, bingeh û baregehên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê 157 caran bûye armanca êrîşên mûşekî û dronî yên rejîm Îranê.
Rejîma Îranê di wan êrîşan de çendîn cûrên mûşek û dronan bi kar anîne û bi berdewamî cihên akincîbûna malbatên partiyan kiriye amanc.