Komek Encumenên medenî û xelkî ên bajarê Merîwanê li derheq bûyera tirafîkê li Sinê, daxuyaniyek belav kirin, ku di parek ji daxuyaniyê de hatiye: Karesata şewitîn û lihevdana tankera şewatê li bajarê Sinê, di êvara roja şemiyê 14ê Xermananê de, ku bû sedema mirina 11 welatiyan, careke din tawanbariya berpirsên xemsar xiste rojevê.
Encumenên xelkî yên Merîwanê di daxuyaniyekê de tekez kirin ku ev bûyer ne tesaduf e, belkî berhema siyasetên xelet û guhnedana bi jiyana xelkê ye. Tevî ku sînorên weke Başmaxê dahatek mezin ji bo bazirganî û transîtê çêdikin, lê sûd û qazancê wê ji bo aliyên taybet e û para xelkê Kurdistanê tenê rêyên xirab û mirinê e.
Çima pişka dahatê ji bo çêkirina rêyên standard û ewle nayê xerckirin? Zêdetirî vê, wan daxuyand ku berpirsyarî tenê li ser milê şofêran nîne, belkî li ser milê biryardar û rêveberên dewletê ye ku salane guh nedane hişyariyên pisporan.
Kurd xwediyê mafê jiyan û geşepêdanê ne, ew êdî peyamên serxweşiyê naxwazin, belkî daxwaza lêpirsîneke zelal, cezakirina berpirsan û çareserkirina bilez a pirsgirêka rêyên mirinê dikin. Bêdengî li hember vê karesatê êdî nayê qebûlkirin.