Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bahoza tevgera Jîna’yê, destpêka dawî hatina dîktatoriyê

15:42 - 7 Îlon 2026

N. Serbest Urmiye

 

Çar sal bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî, ji aliyê rejêma Îranê ve derbas dibin. Bahoza ku ji serhildana jin, jiyan, azadiyê serhildaye, ne tenê lawaz nebûye, belku xurttir û herfirehtir jî bûye û şeqarên pêkhateya rejîma Îranê berfirehtir ji caran kirine. Serhildana ku di payîza sala 1401an(2022) de bi kuştina keçeke ciwan ji aliyê “Geşta Irşad” a rejîmê ve dest pê bû, ne tenê protestoyeke demkî bû, belku xaleke werçerxana dîrokî û destpêka pêvajoya hilweşiyana meşrûiyeta siyasî, civakî û îdeolojîk a hikûmetekê bû ku bi dehan salan li ser tepeserkirin, ferq û cudahî danan û zordariyê hatibû avakirin.

Îro, di çaremîn salvegera vê bûyera dîroka serdem de, rejîma Komara Îslamî di kendalê wan kirîzan de ku bixwe sebebkarê wan e, hatiye dorpêçkirin. Krîzên serberedayî yên aborî, hilweşiyana nirxa dirav, jîngehparêzî û xewleketina yekcarekî ya navneteweyî, tenê beşek ji rastiya berbiçav in ku bi eşkere di civakê de xuya ne. Lê kirîza ku ji hemûyan pitir pişta rejîmê şikandiye, nemana hitbara yasayî ya rejmê û veqetiyana gel ji rejîmê ye. Renge tepeser kirin û zordestiya rejîmê wêneyeke hêmin ji şeqamên bajar nîşan bidin, lê  serhildana jin jiyan azadiyê bandoreke wiha li ser siyaset, civak û çanda gel daniye ku gurza xezeba gelên nerazî  hertim di meydana dijî rejîmê de dizivire.

Taybetmendiya herî bilind a ku şoreşa Jîna’yê pitir xurt dike, bingehgirtina mafên jinan û rêkxistina daxwaz û maf û azadiyên herêmî yên jinan di tevgereeke seranserî de ye. Tevgera ku nîşan da zilm û zordariya li ser jinan, kêmaniyên neteweyî û olî û zordariya li ser tex û qatên hejar di civakê de, bi tevahî berhema rêkxistin û pêkhateya sîstemên totalîter û diktator in. Rejîma Îranê di rêya jordebirina hejmara li sêdare dayînê, girtin û hepiskirina çalakvanan di warên cuda de û tepeserkirina hovane ya xelkê û tevgerên civaka sivîl ve, hewil dide ku temenê xwe dirêj bike, lê rastiya eşkere eva ye ku lûleye tifengan di çi erdeke cîhanê de nekariye li hember îradeya gel de zêde li ber xwe bide û serkewe.

Îran, îro di qonaxa derbasbûna bêveger de ye. Kirîza destnîşankirina cîgirê rêberê nemayî yê rejîmê di lûtkeya desthilatê de, bêhêvîbûna giştî ji rejîmê û neçaretiya rejîmê di dabînkirina pêdiviyên bingehîntirîn yên jiyanê de, desthilat gihandiye qonaxa herî lawaz a dîroka wê.

Bahoza tevgera Jîna’yê hikûmeta zilm û zordariyê têkvedaye, herçend ku gel nirxa azadiyê bi giranî dide, lê rêrewa dîrokê ber bi serkeftina gel ve guheriye û nemana rejîmê êdî ne girîmane, belkû pirsa rojevê ye.