Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mafê Diyarkirina Qederê û Pêşeroja Kurdistanê

15:27 - 7 Îlon 2026

N. Nûredîn Sofîzade

 

Di qada siyasî ya Îranê de, têgeha mafê diyarkirina qederê, pir caran bi xeletî, û wekî parçekirina welat û serxwebûnê tê fêmkirin. Lê belê, di yasayên navneteweyî de ev maf berî her tiştî tê wateya ku gelê herêmekê bikaribe bi curekî azad derbarê sîstema xwe ya siyasî, birêvebirinê, geşedana aborî û ziman û çanda xwe de biryarê bide. Serxwebûn tenê yek ji encamên mimkun e, ne kite rê ye.

Mafê diyarkirina qederê di xala duyem a benda yekê ya Menşûra Neteweyên Yekbûyî û di her du peymanên navneteweyî yên mafên mirovan de bi eşkereyî hatine qebûlkirin. Hewce ye ku mirov ferqê bixe navbera mafê diyarkirina qederê ya navxweyî û ya derve:

Mafê diyarkirina qederê li Navxweyî: Beşdarbûna azad a di hikûmetê de ye, mîna xweserî, federasyon, konfederasyon, xwebirêvebirin û Otonomî û perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê çandî di nav sînorê wî welatî de k utu welatiyê wê bizanî, wate serîde pêdiviye û te mafê welatîbûnê hebe û piştre tû dikarî daxwaza wan mafên xwe yê berheq bikî ku min serwe amaje pê kirin.

Mafê diyarkirina qederê ya derve: Weqetiyana ji nasname û cudakirina axê û xwe pênasekirin bi taybetmendiyên neteweyekî cuda, û avakirina dewleteke serbixwe weke hemî netewên ku ev taybetmendiyên te henî, tu jî dikarî bibî xwediyê Kiyan û serwerî û dewlet û welatê xwe.

Raman û teoriya weqetiyanê bo çareserkirina pirsê û geheştina bi mafan şiroveya vê ev e ku ger dewletek mafên parek ji xelkê welat ku ji wan nîne berdewam binpê bike, wan bikuje, ziman û çanda wan qedex bike û hemû rêyên çareserî û beşdariya siyasî ji wan bigire, mafê wî xelkî heye ku wek rêya dawîn ber bi weqetîn û serxwebûnê ve biçe.

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi salan e rastî binpêkirina mafên mirovan tê, keftiye ber komkujî û êrîşê, darvekirinên bêhejmar, hejarî û cudakarîya aborî ya pênaskirî, talankirina çavkaniyên xwezayê, qedexekirina perwerdeya bi zimanê Kurdî, Kurd nikarin li piroseyên siyasî, azadiya hizban, rojnamevanî û bi giştî mijarên çandî de bêparin, ev hemû zordariya mezin li ser gelê me ye,  gelo çi rêkek maye ku em daxwaza mafê diyarîkirina qedera navxweyî bikin? Yan dema hindê nehatiye ku em behsa diyarîkirina qedera derveyî bikin?

Lê belê, divê bê zanîn ku ti partî an rêxistin nikare li ser navê tevahiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê biryara dawîn bide. Biryara herî rast tenê daxwz û ji îradeya azad a gel xuya dibe. Lewra yekim pêngava piştî sernixûniya rêjma komara îslamî, divê rê bête dan ku gel di mercên azad û demokratîk de biryarê li ser qedera xwe bide, ji federalîzm û xweseriyê heta serxwebûna tam. Mafê gelê Kurd û gelên dine yên bêmafe li Îranê de ye heye ku li ser pêşeroja xwe bi rengekî azad biaxivin û biryarê bidin, erkê me û part û aliyên siyasî jî her nihade dive rê xweşkirin û amadekarî bo sergirtina vê mijarê be.