Hejamrek ji mamostayên malnişînkirî, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat û dabînkirina civakî li bajarê Têhranê, hejmarek ji malnişînkiriyên dabînkirina civakî li bajarên “Kirmaşan, Ehwaz, Şûş, Dizfûl û Reşt”ê, hejmarek ji mamostayan li bajarê Têhranê, hejmarek ji mamostayên malnişînkirî li bajarê Yasûcê û hejmarek ji xwaziyarên kar li bajarê Ehwazê, kombûnên nerizayetî lidar xistine.
Pêka raporên belavbûyî, di heyama salekê de zêdetir ji 2 hezar û 551 kombûnên nerizayetî bi rê ve çone, 727 kombûnên nerizayetiyên kedkaran, 757 kombûnên sendîkayên pîşey, 793 kombûnên mafên hizrîn û gotin, 40 kombûnên mafê perwerde û hînkarî, 22 kombûnên parastina jîngeh û 205 kombûnên taybet bi hevwelatiyan li 31 parêzgehan birê ve çone û herwisa 21 mangirtinên sendîkayên pîşeyî û 390 mangirtinên kedkarî jî bi rê ve çone.
Bi berçavgirtina rewşa xirab a aboriya li Îranê û bihatî û teweroma zêde, dngê nerizayetiyan roj bi rojê zêdetir dibe.
Hiqûqê ti karmend û kirêkarekê têra yêk ji çwarê a jiyana wan a mehane nake.