Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêzgeheke Gaza Parsê Cinûbî de agirpêketinek mezin qewimiye

12:24 - 12 Çirriya paşîn 2026

Şirketa Neft û Gaza Cinûbê Pars li roja 10ê Çiriya Paşîn de bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîên ku li yek ji wêzgehên deryayî ya faza 4 a Parsê Cinûbî de agirpêketin qewimiye û îdia kiriye ku ev agir temirandine lê ti îşareyek bo sedema agirpêketin bi vê wêzgeha deryayî nekiriye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye îdiakirin ku hevdem digel agirpêketinê kesên li wir bi tenduristî ji vê wêzgehê derketine.

Nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst li derheq sedema vê agirpêketinê, ragihandiye ku egera vê heye gazê derz kiribe an bûyereke operasiyonî bûye.

Li wan çend şewên derbasbûyî de hem dengê teqînan li başûrê Îranê tête bihîstin, û hem Amerîka ragihandiye ku çendîn cih li Îranê de kirine armanca êrîşan.

Ehmed Ziraetkar, cihgirê dariştina bername ya wezareta nefta rêjîmê daye zanîn ku berhemanîn li vê wêzgeha deryayî de 14.5 milyon metrên 3 cî ye û berhema gaza Parsê Cinûbî, 700 milyon metrên 3 cî ye.

Herwisa “Hemîd Bord” berpirsê wezareta nefta rêjîmê heftiyek berî niha îtiraf kir ku daketina %25 a gaza Îranê, bi sedema êrîşên Amerîka û Îsraîlê bûye.