Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên çekdarên rejîmê ve hate kuştin

15:05 - 14 Çirriya paşîn 2026

Teyîb Rostemî, Kolberê temen 34 salî xelkê bajarê Bane, li deverên sînorî ên wî bajarî li encama teqeya rastewxwe û li mewdayek nêzîk ve ji aliyê hêzên çekdarên rêjîma Komara Îslamiya Îranê ve hate kuştin.

Li gorî raporta Rêkxirava Mafê Miroviye Hengawê, sipêdeha îro Şemî 23ê xezelwerê, Teyîb Rostemî kolberê temen 34 salî û xelkê bajarê Bane, li sînorê Sorkêw ê ser bi wî bajarî bû armanca teqeyên hêzên henga sînorî a rejîma Komara Îslamî û hate kuştin.

Li gorî wê raportê, hêzên çekdar ên rejîmê bi bê tu cure agehdariyekê pêşwexte û li mewdayek nêzîk ve ew kolber kirine amanca gulleyan û kuştine.

Navbirî xwedî jin û bavê zarokekê bûye.