Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Amerîkayê îdiaya spaha pastaran ya têkbirina radareke li Behreynê red kir

15:15 - 14 Çirriya paşîn 2026

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM), îdiaya Spaha Pasdaran a terorîstya derbarê êrişkirin û têkbirina sîstemeke radarê ya Amerîkayê li Behreynê red kir.

Spaha Pasdaran a terorîst di daxuyaniyekê de îdia kiribû ku weke bersivekê li dijî êrişa esmanî ya li ser birceke radarî a Îranê li herêma Sîrîkê ya başûrê Îranê, wan jî "radara hişyariya pêşwext" a hêzên Amerîkayê li Behreynê kiriye armanc û têk biriye. Spaha pastaran herwisa ev gav weke "hişyariyeke cidî" ji bo rawestandina çalakiyên esmanî û qaçaxçîtiya neftê li Tengava Hormozê bi nav kiribû.

Li hemberî vê yekê, CENTCOMê roja Înê, 13ê Mijdarê, di daxuyaniyekê de li ser tora civakî ya X ê ev îdia bi direv binav kir û ragihand ku Îranê du dronên xwekuj ber bi Behreynê ve avêtine. Li gorî daxuyaniyê, her du dron ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine xistin û di encama vê êrişê de ti ziyanên canî yan madî çênebûne.