Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên welatên cîhanê dijî rejîma Îranê, welatên kendawê daxwaza xisaretê dikin

15:24 - 14 Çirriya paşîn 2026

Li kombûna şêwreya ewlehiya netewên yekgirtî de ku bi daxwaza Behrêynê birêve çû, kirîza deverê û rewşa deryavanî li kendawê û Tengava Hormozê hate gengeşekirin û hemû welatên kendawê bi tevahî daxwaza standina xisara zirarên şer li rejîma Îranê kirin.

Xalid Xiyarî, Alîkarê Sikirtêrê Giştî ê Neteweyên Yekgirtî ragehand ku li 9ê Reşemeya sala derbasbûyî ve, 134 rûdawên tundutîj dijî keştiyan hatine tomarkirin û 25 deryavanan canê xwe ji dest dane.

Casim Mihemed Elbedîwî, Sikirtêrê Şêwreya Hevkariya welatên Kendawê ragehand ku Îran li 9ê Reşemeya 1404an zêdetir li 7 hizar mûşek û diron dijî welatên endam bikar anîne û balafirxane û binke kirine amanca êrîşan.

Wan daxwaza cîbicîkirina biryarnameya 2817, bidudeçona yasayî bo tawanbaran û qerebûya tev zirarên wan êrîşan li rejîma Îranê kirin, welatên kendawê herwisa tekezî li ser beşdariya xwe li her giftogoyeke ewlehiya deverê kirin.

Li hember de, Nûnerê rejîma Îranê biryarnameya 2817 an bi siyasî da xûya û red kir, êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi sedema sereke a kirîzan da zanîn.

Rejîma Îranê bo carek din gef kir ku her êrîşek nû wê bersiva bilez û yekalîker hebe.

Ji aliyekê din ve, welatên Rojavayî jî, ji wan Amerîka û Birîtaniya, herwisa girûpa hefit (G7) êrîşên Îranê îdane kirin û daxwaz kirin ku rêgirî li hatin û çona keştiyên bazirganî neyê kirin.