Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa bêznzîna cura baş li Îranê gihîştiye 140 hezar Tumenî

15:11 - 14 Çirriya paşîn 2026

Li destpêkê de rêjîmê biryar dabû nirxa bêznînê heta 103 hezar tumenî zêde bike, lê ji tirsê serhildan û nerizayetiya xelkê, ev biryara xwe jî hilveşand, lê niha ku erwşa jiyana xelkê xirabtir ji berê ye û şiyana kirîna xelkê gelek kêmtir bûye, nirxa bênzînê li gelek bajaran de heta 140 hezar Tumenî bilind kiriye.

Xelkê şiyana kirîna bênzînê bi nirxa 140 hezar Tumenî nîne û bi tenê kesên gelek dewlemend ku li Îranê de rêjeya wan roj bi roj kêmtir dibe dikarin bênzînê bi vê nirxê bikirin. Bi vê dahata kêm a xelkê û bilindbûna nirxa bênzînê, hemû warên wek veguhastin, serdan, nirxa kirayeya takxiyan jî dê çend qat bilintir bibe û ev yek dê bibe sedem ku xelk nekarin piraniya wan karan jî bikin.

Li vê derheqê de li bajarê Bender Ebasê de dengê nerizayetiya xelkê bilind bûye û bo nîşandana nerizayetiya xwe hatine ser şeqam û xwenîşandan kirine, şeqam daxistine û bi taybt li wêzgeha bênzîna Aftabê Direxşan de kombûneke zêdetir hat dîtin ku ji bilindbûna nirxa bênzînê, pirsgirêkên vergirtina bênzînê û destnekvtina vê û dirêjbûna çend kîlometrî a sefên maşînan bo vergirtina bênzîna erzan a diyarîkirî, hawara xelê bilind bûye.

Li çend bajarên din ên wek bajarê Nûrabada Memeseniyê de rêzeyên gelek dirêj li wêzgehên pompên bênzînê de hatine dîtin.