Li berdewamiya givaşên aborî bo ser rêjîma Îranê, li roja Înê 13ê mijdarê de dewleta Îraqê deriyê sînoriyê Sûmarê jî ku giringiyeke taybet bi xwe heye, bi ser rêjîma Îranê de daxist û rêjîma Îranê jî daxistina vê deriyê sînorê piştrast kiriye.
Pêştir Îraqê deriyê sînoriyê Çezabê jî bi ser rêjîma Îranê de daxistibû û rêjîma Îranê îdia kiriye piştî 3 heftî ji daxistian vê deriyê sînorî, ev hatiye vekirin.
Li vê derheqê de “Fuad Hisên” Wezîrê Derve yê Îraqê çend rojan berî niha li hevpeyvîn digel kanala “Eljezîre”yê de ragihandibû ku Wezareta Xezînedariya Amerîkayê daxwaz ji dewleta Îraqê kiriye li çarçoveya siyaseta Amerîka bo zêdekirina givaşên aborî bo ser rêjîma Îranê, tevaviya deriyên sînorî bilî 2 deriyên sînorî, dabixe.
Yek ji wan deriyên sînorî ku Amerîka dixwaze vekirî bimîne, li Herêma Kurdistanê de ye.