Roja Şemî li bajarê Hamborgê, xwepîşandanek bo piştgîrî li girtiyên siyasî û dijî Îdam û serkutê li Îranê de birêve çû.
Despêk bi sirûda netewî a Ey Reqîb dest pê kir û piştre peyama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Abîd Keremî bi Kurdî, Kawe Aryan bi zimanê Almanî û Ramîn Şerîfî bi Farsî hate xwendin.
Li peyamê de bi piştgirêdan bi amarên Hengawê û navendên Mafê Mirovî, îşare bi îdama aliyê kêm 1858 kes li 2025 û 264 girtiyên Kurd, herwisa îdama 85 kesan tenê li Oktobera 2026an de kirin, beşdarbûyan piştî ragirtina destbicî a Îdamê, azadkirina bêmerc a girtiyên siyasî, dawîanîn bi îşkencê û pêngava micid a civaka navdewletî kir.
Herwisa Îdrîs Rehîmî peyama çalakvanên mafê Mirov a Îranê xwend û tundûtîjî dijî jinan û zarokan şermezar kir, xwepîşandan bi xwendina çend peyamên din û dana silogana bi zimanên Kurdî, Farsî û Almanî dawî pê hat.