Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de lidar xistin

11:46 - 23 Çirriya paşîn 2026

Malnişînkiriyên îdareya muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên Sine û Kirmaşanê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û bi dana durûşman pêdegirî li ser xwestên xwe kirine û nerizayetiya xwe li hember kiryarên stada birêveberî û teavona spaha pasdaran a terorîst ku pişka herî zêde ya îdareya muxabirat ya wan e, dane xuya.

Ji aliyê din ve personelên îdareya berg a Têhranê, malnişînkiriyên pîşeya pola li Îsfehanê û çendîn kombûnên din ên nerizayetî ji aliyê mamostayên malnişînkirî li Têhranê û herwisa malnişînkiriyên din ên li bajarê Şûşê lidar xistin, li beşeke wan nerizayetiyan de malnişînkirinan hevxemiya xwe digel malbatên 13 canjidstdayiyên li parêzgeha Îlamê ragihandin ku di bûyera wergeryana otobûsê de cane xwe ji dest dabûn.

Herwisa xwediyon kamiyon û tirêyliyan, duyemîn roja mangirtina xwe ya pêka biryara Sendêkaya xwediyên kamiyonan û ajotvanan bi rê ve birin, li bajarên “Şîraz, Têhran, Qezwên, Bem, Sîrcan, Dizfûl, Bebnder Ebas, Îsfehan, Çabihar”  û bajarê “Dîwanderê” li Rojhilatê Kurdistanê, dest ji karê xwe berdane û tevlî mangirtina sernaserî bûne.