Hejmarek ji bikirên maşînên mezin yên Şîrketa Mahan, îro roja Duşemî 2ê Sermawezê, demjimêr 10:30ê, li ber Dadgeha Giştî û Înqilab ya rejîmê li bajarê Urmiye xwepêşandana nerazîbûnê lidarxistin.
Xwepêşander dibêjin ku wan bi dayîna pereyên zêde bi vê şirketê hewla kirîna maşînan dane, lê tevî dana pereyan, wan ti maşîn wernegirtine. Ew daxwaz dikin ku dosiyeyên wan ji aliyê dadgehê ve bên lêkolînkirin û berpirsên Şîrketa Mahan bersivder bin û daxwazkirin ku pereyên wan yên hatinî xwarin bên dan.
Ev xwepêşandan di demekê de pêk hat ku, li gorî gotina xwepêşanderan, Şîrketa Mahan a girêdayî bi Spaha Pasdaran e, saziyeke ku di pêkhateya aborî û siyasî ya Komara Îslamî de bandoreke berfireh heye.
Kombûna wan welatiyan li ber dadgehê careke din mijara bersivnedana saziyên girêdayî rejîmê û xwarina mal û milkê xelkê ji aliyên navendên pêwendîdar bi rejîma Îranê dixwe holê.
Tevî bajarê Urmiyê li çendîn bajarên din yên Kurdistan û Îranê bi sedemên cuda yên weke nedana mûçe û heqdestê qatên cuda, nebûna şewatên hewce yên weke gazê, kêmiya berqê û… kombûnên nerizayetiyan hatine lidarxistin.