Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giraniya nirxa xwarinê, û daketina asta kirîna xelkê li Îranê de

16:51 - 23 Çirriya paşîn 2026

Bi destpêkirina meha Sermawezê re, pêla giranî û teweromê li Îranê hîn zêdetir bûye û bandoreke giran li ser jiyana rojane ya xelkê, bi taybetî li ser xelk û malbatên kêm-dahat dike. Şerxwazî, siyasetên şaşe aborî yên komara îslamî û teweroma berdewam, bûne sedema hejarî û belengaziya xelkê.

Di van rojên dawî de, xelk rastî bilindbûna nirxê xwarinê û hewcehiyên jiyanê bûye. Bilindbûna nirxê mirîşkê, girantirbûna benzînê û zêdebûna ji nişka ve ya bîst hezar tûmenî di nirxê hin berhemên şîr û mast de, giranbûna Nan, tenê di rojekê de, nîşaneyên zelal ên vê rewşa dijwar a aborî ne.

Di vê çarçoveyê de, nirxên nû yên goştê mirîşkê û berhemên wê li hatin ragihandin. Mirîşka Zerbal bi 345 hezar tûmenî, ranê mirîşkê bi 270 hezar tûmenî û sîngê jî bi 640 hezar tûmenî ye. Herwisa Kîmbal, anku pencik bi 608 hezar tûmenî, tê firotin. Çalakvanên bazarê dibêjin li hin cihan nirxê mirîşkê heta sê sed û nod hezar tûmenî jî bilind dibe.

Goştî sor jî mixabin êdî niza xewnê pêve bibînin ku ji 2 milyon tûmenî derbas bûye.

Jiyan li Îranê de li jêr sîbera reşe rêjîma komara Îslamî de, bo xelkê bûye dozex û êdî kes nikare bersivderê jiyana xwe û malbata xwe be.