Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara ciwanên binçavkirî li bajarê Avdananê gihîşte 18 kesî

11:17 - 25 Çirriya paşîn 2026

Li bajarê Avdananê de 3 kes ên bi navên “Omîd Ezîmî temen 17 salî, Taha Sebzî temen 15 salî û Elî Kerîmî” li pêwendî digel xwenîşandana nerizayetiya li vî bajarî de hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin û piştî binçavkirinê qedera wan nerohn e.

Bi vê pêkê hejmara binçavkiriyên li bajarê Avdananê gihîşte 18 kesî.

Xelkê bajarê Avdananê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember canjidestdana 13 welatiyên vî bajarî, hatine ser şeqam û xwenîşandan kirin.

Berpirsên rêjîmê li parêzgeha Îlamê yên wek “Esedullah Çêraxî” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya Tesnîm a ser bi spaha pasdaran a terorîst de binçavkirina ciwanan li pêwndî digel xwenîşandana nerizayetiya li bakarê Avdananê înkar kiriye û herwisa dadstanê rêjîmê li bajarê Avdananê yê bi navê Emrullah Mêysanî li hevpeyvên digel nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezgeha dad a rêjîmê gef li neraziyên bajarê Avdananê kiriye û huşdarî daye kesek bi armanca têkdana aramiya giştî û bizivandian sehên xelkê hebe dê rastî reftara tund bibe.